Meşhed.. Merasîmên veşartina termê Serokkomarê Îranê bi rê ve diçin

Navenda Nûçeyan (K24) - Termê Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî li bajarê Meşhedê tê veşartin, ku her li wê derê hatiye ser dinyayê.

Îro (Pêncşem, 23.05.2024) di nav qerebalixa cemawerê Îranê û nûnerên hejmareke zêde ya welatan de ku şanda bilind a Herêma Kurdistanê jî di anv de ye, termê Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî li bajarê Meşhedê tê veşartin, ku her li wê derê hatiye ser dinyayê.

Helîkoptera Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û hevalên wî Yekşeme borî, 19.05.2024, ji ber xirabiya keş û hewayê li sinorê parêzgeha Tewrêzê keft. Piştî 18 seetên lêgeriyanê, ew helîkopter hat dîtin ku pûç bûbû.

Medyaya fermî ya Îranê di wî warî de ragehand, “Tevaya swarên wê helîkopterê ku neh kes bûn mirine”.

Swarên wê helîkopterê jî ev bûn; Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdilahiyan, Parêzgerê Azerbaycana Rojhilat Malik Rehmetî, Nûnerê Ayetûlah Xamineyî Îmam Cume û çend berpirsên din.