Serok Barzanî û şanda HDP û KCDê rewşa navçeyê guftûgo dikin
K24 – Navenda Nûçeyan
Serok Barzanî û şanda HDP û KCDê bi serokatiya Hevserokê HDPê Sezaî Temellî civiyan û di civînê de rewşa siyasî ya navçê, pêwendiyên HDP û Herêma Kurdistanê û rewşa HDPê li Tirkiyê guftûgo kirin.
Berî civînê, Hevserokê HDPê ragihand, serdana wan bo Serok Barzanî ji bo wergirtina hizr û nerînên wî li ser pirsên germ ên navçeyê dibe û got: Birêz Mesûd Barzanî serok û pêşengekî girîng e, ne tenê bo Kurd, belkû bo siyasta navçeyê girîng e.
Hevserokê HDPê behsa rola Serok Barzanî kir û got: Birêz Masûd Barzanî pêşeng û serokekî Kurd ê girîng e û di çarçova siyaseta Tirkiyê û Başûrê Kurdistanê de dixwazin pêwendiyê bi wî re bikin. Herwiha dixwazin pêwendiyê bi hemû aliyên siyasî û saziyên vî welatî re danûstandinê bikin.
Îro şandeke hevbeş a HDP û KCDê bi serokatiya Hevserokê HDPê Sezaî Temellî gihîşt Hewlêrê ku Hevserokê Giştî yê KCDê Berdan Ozturk û hejmarek parlemantaran ligel bû.
Serdana wê şandê dê 4 rojan li Herêma Kurdistanê berdewam bike û dê hevdîtinan ligel berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê û aliyên siyasî hevdîtinan bike.
S. B