Li Girê Sipî 5 welatî di êrîşeke Tirkiyê de bûn qurbanî
K24 – Navenda Nûçeyan
Di encama bombebarana firokeyên artêşa Tirkiyê li ser gundên Girê Sipî de, 2 kesên sivîl şehîd bûn û 3 kesên din jî birîndar bûn.
Peyamnêrê K24ê li Kobanê da zanîn, şeva bûrî firokeyên Tirkiyê gundê Qurfilê yê rojavayê Girê Sipî bombebaran kir û di encamê de 2 kesên sivîl şehîd bûn û 3 kesên din jî birîndar bûn.
Peyamnêrê me da zanîn jî, 4 qurbanî ji yek malbatê ne û yê din jî xizmê wan e. Birîndar destpêkê bo nexweşxaneya Kobanê hatin veguhastin û piştre ji ber giraniya birînên wan, bo nexweşxaneya Minbicê hatin veguhastin.
Bijîşkekî nexweşxaneya Kobanê ji K24ê re diyar kir, birînên birîndaran gelekî giran in, ku lingên du birîndaran hatine birîn û herwiha birîn di sîng û serê wan de hene.
S. B