Di gera Rûsî – Tirkî de li Kobanî qurbanî hene
K24 – Navenda Nûçeyan
Îro duyem gera hevbeş a Rûsî – Tirkî li bajarê Kobanê birêve çû û hejmare welatiyên nerazî birîndar bûn.
Peyamnêrê K24ê li Kobanê da zanîn, îro duyem gera hevbeş a serbazên Rûsî – Tirkî birêve çû û ji gundê Mersimêl yê rojhilatê Kobanî destpê kir û ber bi rojavayê Kobanê çû.
Amaje bi wê jî kir, ji bo parastina gerê û parastina jiyana welatiyên nerazî, asayişa Kobanê bi otombîlên Rûsî û Tirkî re digere.
Li gor zanyariyên peyamêrê me, di navbera gundê Helincê û Şîranê de, welatî derketin pêşiya gera hevbeş û nerazîbûn nîşan dan, otombîlên Tirkiyê jî gaza rondikrêj û gule avêtin avêt û di encamê de hejmarek kes birîndar bûn.
Di çarçoveya rêkeftina Putin – Erdogan li bajarê Socî, roja 5ê vê mehê, yekem gera hevbeş a Rûsî – Tirkî li bajarê Kobanî hatibû kirin.
S. B