Nûrî Mehmûd: Divê bîr û baweriya DAIŞê bê jinavbirin

Peyvdarê Fermî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd li perawîza Konferansa Navdewletî ya DAIŞê ji K24ê re ragihand, ji encama valahiya yasayî ya ku li Sûriyê û li navçê heye, hîşt ku DAIŞ derkeve û ziyanê bigihîne Sûriyê, Rojhilata Navîn û cîhanê jî.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Fermî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd li perawîza Konferansa Navdewletî ya DAIŞê ji K24ê re ragihand, ji encama valahiya yasayî ya ku li Sûriyê û li navçê heye, hîşt ku DAIŞ derkeve û ziyanê bigihîne Sûriyê, Rojhilata Navîn û cîhanê jî.

Peyvdarê YPGê got: Lidarxistina vê konferansa navdewletî ji bo çareserkirina pirsgirêkn DAIŞê, tê wê wateyê ku êdî ji pirsa leşkerî zêdetir, em ji aliyê derûnî û yasayî binirxînin.

Amaje bi wê yekê jî kir, artêşên li gor destûrê li Sûriyê, Iraq, Tirkiye û Îranê hatine damezirandin, pêwîstî wan civak biparasta, lê bi awayekî zêdetir desthilatdariyê diparêzin.

Diyar kir jî: Niha zêdetir ji 70 jin û zarokên DAIŞê li cem me hene û ew jî di wê baweriyê de ne ku zarokên xwe li ser bîr û baweriyên DAIŞê perwerde bikin. Herwiha bi hezaran jî endamên DAIŞê di zîndanên me de ne û ew jî di wê baweriyê de ne ku careke din xwe birêxistin bikin. Niha di vê rewşê de, pêwîst e di çarçova exlaqî, dadwerî û yasayî de nêzîkahî ji vê bîr û baweriyê re bê kirin.

Herwiha got: Hêzên yên leşkerî, ti nêzîkahiyeke em bibin artêşê tune ye. Em ji nava gel derketine û baweriya me bi buhara gelan hebû û bi şêwira civaka em hatin birêkxistinkirin. Loma derketina me ji bo parastina civakê bû, ne ji bo parastina desthilatdariyê bû.

Peyvdarê YPGê tekez kir, “Me ji aliyê leşkerî ve DAIŞ têk bir, lê ji niha û pê ve rol ya yasayê ye û herwiha divê ev endamên DAIŞê ji nexweşiya wan a derûnî rizgar bibin û vegerin bibin mirovine normal.

 

S. B