“Kerkûk tê Erebkirin û Şîekirin û genimê Kurdan jî tê çinîn”

Li gor dawî zanyarî, 12 hezar malbatên Ereb li Kerkûkê hatine bicihkirin û Rêvebirê Keştûkalê yê bajêr radigihîne: “Kerkûk tê Erebkirin û demografiyaya wê hatiye guhartin.”
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gor dawî zanyarî, 12 hezar malbatên Ereb li Kerkûkê hatine bicihkirin û Rêvebirê Keştûkalê yê bajêr radigihîne: “Kerkûk tê Erebkirin û demografiyaya wê hatiye guhartin.”

Rêvebirê Keştûkalê yê Kerkûkê Mehdî Mubarek ji K24ê re ragihand, şewitandina zeviyên cotkarên Kurd û çinîna berhemên wan ji aliyê Ereban ve, li pêş çavên hêzên Iraqê û parêzgehê tê kirin.”

Got jî: “Hêzên Iraqî 12 hezar malbatên Ereb li Kerkûkê anîne Kerkûkê û lê bicih kirine û niha Kerkûk di bin proseya Erebkirin û Şîekirinê de ye û demografyaya wê hatiye guhartin.”

Diyar kir: “Heger hêzên Iraqî li piştî Erebên hatine nebin, ew nikarin gamine cotkarên Kurd biçinin. Şewitandina genimê cotkarên Kurd li Xaneqîn, Mexmûr û Kerkûkê li pêş hêzên ewlehiyê yên Iraqî tê kirin û ew berpirsê yekem ê vê bûyerê ne.”

Rêvebirê Keştûkalê yê Kerkûkê got: “Ji aliyê yasayî ve, mafê cotkarên Kerkûkê tê xwarin, ji ber ku dadgeh û hêzên ewlehiyê piştê didin Erebên ku hatine Kerkûkê. Ez bawer im heger giliyê vekin jî, ti sûde tê de nabe.”

Ev di demekê de ye, duhî cotkarekî Kurd ji Kerkûkê ji K24ê re ragihand, pêr bi şevê li gundê wan nêzîkî 10 hezar donim genim ê cotkarên Kurd ji aliyê Ereban ve hatin çinîn. Yê min jî 120 domin genim hat çinîn.

Cotkarekî din jî got: “Ev zeviyên me ne, ji bav û kalên me ve ji me re mane û tapoyên me jî hene û keda xwe me çand. Lê bi şevê Ereb hatin û genimên me bi dizî çinîn. Kesên genimê me çinîne, Erebên Beac in û ne yên vê deverê ne. Ew dagîrker in.

Cotkarekî din jî dibêje: “Ti cudahî di navbera desthilata niha ya Iraqê û desthilata berê de nîn e, tenê Enfal û kîmyabaran maye û nekirin. Em xwedî mal û milk in, Ereb anîne û zorê me li dikin.”