ENKS bo pirsa destûrê û “herêma ewle” li Mosko ye

Şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) îro li Moskoyê bi Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov re bicive.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) îro li Moskoyê bi Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov re bicive.

Endamê şanda ENKSê Îsmaîl Hesaf ji K24ê re ragihand, Roleke Rûsya ya girîng li navçê heye û ewê bi Nûnerê Serokê Rûsya bo karûbarên Rojhilata Navîn Bogdanov re pirsên wek gefên Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê û avakirina herêma ewle û destûra Sûriyê guftûgo bikin.

Îsmaîl Hesaf got jî: Em dixwazin bi riya Bogdanov re pirsa Kurdî û pêşeroja Kurd li Sûriyê bigihînin Wezareta Derve ya Rûsyayê, ta ku piştgîriya Kurd bike û mafê Kurd di destûrê de bê çespandin.

 

 

S. B