Li Stenbolê xebatên bo zimanê Kurdî û 4 zimanên din hat pêşandan

Ked û xebata bo pêşketina zimanê Kurdî ku li Tirkiyê salên qedexe li ser vî zimanî hebûn dihatin kirin, li Stenbolê bû mijara pêşangeheke kulturî.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Ked û xebata bo pêşketina zimanê Kurdî ku li Tirkiyê salên qedexe li ser vî zimanî hebûn dihatin kirin, li Stenbolê bû mijara pêşangeheke kulturî. Di pêşangehê de têkoşîna ji bo parastina çand û zimanê Kurdî, bi xebatên nivîskar, mûzîkjen û dezgehên Kurdperwer di ser materyalan re tê nîşandan.

Aram Tîgranê ku ji bo muzîka Kurdî kedek mezin daye, Mihemed Uzunê ji bo edebiyata Kurdî romanên Kurdî nivîsandine û gelek muzîkjen, nivîskarên din ku li Tirkiyê salên qedexe û fişarên mezin li ser zimanê Kurdî hebûn, têkoşîna wan a bo zimanê zikmakî, ked û xebata wan bo Kurdî di ser van materyalan re tên nîşandan.

Di vê pêşanagehê de ya bi navê "Li Dû Zimanekî Ji Salên 1990ê Ji Bo Kulturê Berxwedana Zimanê" ku ji aliyê Koma Lêkolîna Li Ser Çandên Tirkiyeyê ya Zanîngeha Bilgiyê ve li Stenbolê hat lidarxistin, ligel nîşandana keda kesayetên Kurd bo zimanê Kurdî, nimûneyên rojname, kovar, televîzyonên yekem ên bi Kurdî ku di salên dijwar de tevî şert û mercên giran xebat dikirin jî cîh digire.

Dîzaynkara Pêşangehê Dîdem Dayi li ser vê pêşangehê ji K24ê re got: “Xebatên di vê pêşangehê de ne li ser zimanên Kurdî, Ermenî, Lazî, Hemşinî û Çerkezî yanê bi giştî li ser 5 zimanan e. Di salên 1990ê de gelek zext li ser van zimanan hebû lê gelek kes guh nedan van fişaran û boz iman xebat kirin û ev ziman nehatin jibîrkirin. Bi taybetî yên Kurdperwer zêdetir bûn pêşengên vê têkoşînê me jî xwest em ked û têkoşîna van raxin ber çavan.”

Zimanê Kurdî li Tirkiyê, piştî zimanê Tirkî, wek zimanê herî zêde tê axaftin tê zanîn. Ji bo pêşketina kultir, muzîk û wêjeya Kurdî keda sazî, dezgeh û kesayetên Kurd tê destnîşankirin.

Wergêr Fethullah Ozmen diyar kir: “Destpêkirina weşanên Kurdî yên dezgehên ragihandinê tesîrek baş da ser zimanê Kurdî jî. Çimkî bi xêra televîzyonên Kurdî li Kurdistanê kul i hin deveran Kurdî kêm dihat axaftin zimanê Kurdî ket nav mala Kurdan.”

Pêşangeha kulturî ku di roja yekem de çend mûzîkjenên Kurdî jî stran tê de hatin gotin, dê heta 17ê Hezîranê vekirîbe.