Vederkirinên mezintirîn pêşbirka stranbêjî ya Kurdî li Stenbolê dest pê kir

Vederkirinên pêşbirka herî mezin a stranbêjî a Kurdî The Legend ku Ava Enterteinment wê wê were weşandin dest pê kir. Li Tirkiyê yekem vederkirin li Stenbolê bi rê ve çû. Gelek gêncên Kurd bo beşdarî fînala li Hewlêrê bin, stranên Kurdî bi terzên cuda strîn.

K24- Stebol

Yekem vederkirinên mezintirîn bernameya Kurdî ya stranbêjî The Legend ku li Ava Enterteinment yê wê were weşandin, li Stenbolê bi beşdariya gelek gêncên Kurd ku piraniya wan ji Bakurê Kurdistanê bûn hat kirin.

Her beşdar bi deng û stila xwe hewl dan ku ji vederkirina ewil derbas bibin da ku beşdarî vederkirinên fînalê ya li Hewlêrê bin.

Egîd Penaber (beşdar) got: Di nav beşdaran de gêncekî Efrînî ku ji ber şer koçî Stenbolê kiribû jî cîh girt.

Mihemed Hisên (beşdar) got: Heta niha ji zêdeyî hezar kes serî li pêşbirkê dane. Piştî nirxandina dengan kesên baştir bo fînala ku li Hewlêrê dê bi rê ve biçe wê werin vexwendin.

Xelata mezin a pêşbirkê jî wek 30 hezar dolar hatiye ragihandin.