Helbestvan Dilbirîn li Qamişlo koça dawiyê kir

Helbestvanê Kurd Ferhan Hisê (Seydayê Dilbirîn) îro li bajarê Qamişlo koça dawiyê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Helbestvanê Kurd Ferhan Hisê (Seydayê Dilbirîn) îro li bajarê Qamişlo koça dawiyê kir.

Piştî demekê ji nexweşiya penceşêrê û bi temenê 73 saliyê helbestvanê kurd Ferhan Hisê ku bi navê Seydayê Dilbirîn tê naskirin, îro li bajarê Qamişlo koça dawiyê kir.

Seydayê Dilbirîn di sala 1946an de li gundê Çaxir Bazar ji dayik bûye û di jiyana xwe de 3 dîwanên helbestan çap kirin û berhemeke wî ya çapnekirî jî heye.

Seydayê Dilbirîn helbesta kilasîk dinivîsand û bandora Seydayê Cigerxwîn û Tîtêj lê hebû û Seydayê Tîrêj bi xwe navê Dilbirîn lê kir.

Bi beşdariya hejmarek ji nivîskar û rewşenbîrên herêma Cizîrê îro termê Seydayê Dilbirîn li gorîstana Hilêliyê li bajarê Qamişlo bi axê hate spartin.