Fîlmên taybet bi zarokan li gundên Cizîrê tên pêşandan

Sînema gerok li gundên herêma Cizîrê digere.

 

K24 – Qamişlo

Wek gavekê bo belavkirina çanda sînemê li ser zarokan, Sînema gerok li gundên herêma Cizîrê digere û fîlmên taybet bi zarokan pêşkêş dike. Malbatên zarokên beşdar kêfxweşiya xwe diyar dikin û dibêjin ku pêwîstiya zarokên wan bi çalakiyên bi vî rengî hene.

Di bi silogana "sineme li gundê we ye" û bi armanca belavkirina çanda sînemê di nav zarokên deverê de, komîna fîlm a rojava li gelek gundên Rojavayê Kurdistanê fîlmên taybet bi zarokan pêşkeş kirine û bi taybet gundên mezin.

Endamên komîteya amadekar dibêjin ku gundewarên Rojavayê Kurdistanê her dem ji çalakiyên çandî û hunerî bêpar diman û ev bûye sedem ku guhdana wan bi gundan çê bûye.

Malbatên zarokan dibêjin ku pêwîstiya zarokên wan bi çalakiyên bi vî rengî hene, jiber ku şerê li sûriyê rûdide bandoreke mezin li derûniya wan dike.

Sînema gerok dê li hemû gundên herêma Cizîrê bigere û di demên pêş de ewê berê xwe bidin gundewarên herêma Kobanî bo pêşkêşkirina hin fîlmên taybet bi zarokan.