Derhênerê Kurd Telhet Saman koça dawiyê kir

Derhêner û şanogerê Kurd Telhet Saman di temenê 74 saliyê de bi sedema bûyereke hatûçûyê de canê xwe jidest da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Derhêner û şanogerê Kurd Telhet Saman di temenê 74 saliyê de bi sedema bûyereke hatûçûyê de canê xwe jidest da.

Li gor zanyariyan, di encama bûyereke hatûçûyê de derhênerê Kurd Telhet Saman canê xwe jidest da.

Derhêner û şanogerê Kurd Telhet Saman bi dehan berhemên hunerî berhem anîne û diyartirîn berhema wî jî zincîreya drama ya telefizyonî kewekanî Qereçox bû.

Herwiha şanoya Keleha Dim Dimê, Mem û Zîn, Şarê Awîn û Hemedok diyartirîn berhemên wî bûn.

 

S. B