Cihê gora zanyarê zimanê Kurdî Xelîl Xeyalî hat dîtin

Di ser mirina mamoste û zanyarê zimanê Kurdî Xelîl Xeyalî re 71 sal derbas bûn. Ji mirina wî heta meha Avrêlê kêsî bi cihê tirba wî nizanibû. Lê di encama lêkolîn de derkete holê ku tirba Xelîl Xeyalî li Enqerê ye.

 

K24 – Enqere

Di ser mirina mamoste û zanyarê zimanê Kurdî Xelîl Xeyalî re 71 sal derbas bûn. Ji mirina wî heta meha Avrêlê kêsî bi cihê tirba wî nizanibû. Lê di encama lêkolîn de derkete holê ku tirba Xelîl Xeyalî li Enqerê ye.

Li gorî deftera sicîlê ya karmendiyê ronak û zanyarê zimanê Kurdî Xelîl Xeyalî di sala 1864an de li gundê Zender Mutkiya bi ser bajarê Bilîsê re ji dayik bûye. Piştî tehsîla xwe ya medresê pêşî li Bilîsê bi şunde jî li Sêrtê û Enqerê di warên ziraet, maadîn û daristanê de karmendiyê dike. Herî dawîn tê zanîn ku li Halkaliya Stenbolê wek karmendê muhasebê di dibistana Ziraetê de kar dike. Xelîl Xeyalî di sala 1946an de canê xwe ji dest dide lê ji wê demê heta berî niha bi mehekê kesî nizanibû ku cihê tirba wî li ku derê ye. Piştî lêkolînan di meha Avrêla sala 2017an de derdikeve holê ku termê zanyarê Kurd Xelîl Xeyaliyê ku wek Ehmedê Xaniyê nûjen tê binavkirin li Enqerê li Tirba Cebeciyê ye.

Bi vê mebestê Serokê Akademiya Bilîsê mamosteyê Zankoya Sofyayê Yaşar Abdulselamoglu digel rewşenbîrên Kurd li hev civiyan û Xelîl Xeyalî li ser tirba wî ya li Enqerê bibîranîn. Abdulselamoglu wiha got: “Ji herkesê ku Saîdê Kurdî û heta Qedrî Paşa, ji Pîremêrt heta Musa Anter. Herkesê ku li ser Xelîlê Xeyalî tiştek gotiye nêrînên wan yek e muşterek e. Ew mamosteyê dîrokî ya vejîna Kurdayetî ya ronesansa Kurdayetiyê ye. Alimekî yê herî mezin yê vê demê ye. Mamosteyê hemû Kurdperwerên li Stenbolê ye.”

Di serdema Meşrûtiyetê de kêm be jî jimareyeke Kurdên ronak hebûn ku li Stenbolê dijîn. Ji bilî navên wek Seyîd Abdulqadîr, Ahmet Ramîz, Seîdê Kurdî û Dr. Abdullah Cewdet; Xelîl Xayalî jî yek ji wan navên giring bû ku li Stenbolê dijî ku yekem car Elîfba Kurdî nivîsandiye û beriya wê jî digel hevalê xwe Ziya Gokalpê ku bi eslê xwe Kurd e lê sirûda Tirkan nivîsandiye li ser gramera Kurdî xebat pêk aniye.

Dîroknas û Rewşenbîrê Kurd Şakir Epozdemîr ji K24ê re wiha got: “Ji bo min cihê şanaziyê ye ku gelek keda wî heye ku me nizanibû ka li kîjan goristanê ye. Gordîtina wî ci bo min bi tenê jî şanaziyê ye û dixweşiyeke baş e.”

Piştî ku cihê goristana Xelîl xeyalî peyda bû niha jî Akademiya Bilisê hewl dide ku gora alimê mezin yê Kurd Xelîl xeyalî ji Enqerê bar bike û bibe Bilisê.