Platforma Zimanê Kurdî panela ol û ziman lidar xist

Platforma Zimanê Kurdî panelek bi navê "Li Gorî Baweriya Olî Mafê Ziman" li dar xist.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Platforma Zimanê Kurdî, li Diyarbekirê Panela Ol û Ziman li dar xist. Mamosteyên olî, bi rêya panelê, girîngiya zimanê dayîkê û pêwendiya ziman a bi ola îslamê re nirxandin. Mijara sereke ya ku di panelê de derket pêş jî ew bû ku; her mirov berpirsiyarê zimanê xwe ye. Bi rêya panelê bang li welatiyan hat kirin ku li her qada jiyanê zimanê xwe bi kar bînin.

Platforma Zimanê Kurdî ku ji beşdariya 9 partî û rêxistinan hat avakirin, liv û tevgera ji bo Zimanê Kurdî li Diyarbekirê zêde dikin. Endamên Platformê di çarçoveya zêdekirina hişmendiya Zimanê Kurdî ya di nav civakê de; paneleke bi navê "Li Gorî Baweriya Olî Mafê Ziman" li dar xist. Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî got; em ê çalakiyên ji bo Zimanê Kurdî zêde bikin û destpêkê jî em ê bi rêzepanelan hewil bidin ku hişmendiya civakê ya ji bo ziman firehtir bikin.

Şerefxan Cizîrî ji K24ê re got: "Me xwest ku pirsa ziman, di tekstên pîroz de; di yên îslamê de di yên Qurana Pîroz de di yên hedîsan de û gelek terîqat û tiştên ku hene; di meseleya zimên de çawa nêzîk dibin. Dibêjin Xweda her mixlûqî bi zimanê wî afirandiye û ziman jî esera Xweda ye. Welatên misliman ku li derdora me ne, çawa nêzî pirsgirêka zimên dibin, me xwest em di wir de zelaliyekê çêbikin."

Ji ber ku platform ji yekgirtina 9 partî û rêxistinan hatiye avakirin, ji her partiyên siyasî û Kurdî nûner beşdarî panelê bûbûn. Panela ku bi sê panelîstan hat dayîn; bi gelek ayetên Qurana Pîroz ên di derbarê girîngiya zimên de hat rêvebirin. Endamê Hereketa Azadî û panelîst Ayetûllah Aştî jî got; her mirov ji zimanê xwe berpirsiyar e ku lê xwedî derkeve û ev berpirsiyarî jî wekî rojî û nimêzê li ser mirovan ferz e.

Ayetûllah Aştî dibêje: "Xweda di Qurana Pîroz de dibêje; me ev pirtûk şand ji wan mirovên bi rûmet re. Çanda mirovan, rûmeta mirovan e. Divê mirovên xwedîrûmet bizanibin bê ka çawa nan û av ji bo pêdiviyên laşî ferz in, çawa rojî û nimêz ji bo pêdiviya olî ferz in, ji bo derbirîna mirovan jî ziman ferz e."

Li gorî agahiyên ku panelîstan ji bo beşdaran ragihand; girîngiya zimanê zikmakî bi kilamên qedîm hatiye pesendkirin û ew zimanên ku Xweda ji hev cuda afirandine; dema yek jî were wendakirin, wekî ku kilamek qedîm ango ayetek ji Qurana Pîroz were wendakirin girîng e. Peyama Panelê ya hevpar jî ew bû ku her kes li mala xwe, li sûkê, li bazarê bi Zimanê Kurdî biaxive.