Navdarên Kurd: Alî Harîrî
K24 – Navenda Nûçeyan
Hozanê navdar ê edebiyata klasîk a Kurd Ali Harîrî, yekem nivîskarê bi zaravayê kurmancî di dema Islamiyetê de tê hejmartin. Harîrî li Colemergê di sala 1009an de hatiyê dine. Bi wî re jî, di sedsala 11an de, dema dîwanê di helbesta Kurmancî de destpêkiriye.
Harîrî, di zaroktiya xwe de ji bo xwendinê diçe Şamê. Piştî wefata bavê wî bi destê mamê xwe tê perwerdekirin. Di xortaniya xwe de dikeve nav dîwana Şêx Ebû El Mexribî û kamiliya xwe di nav civata alim, nivîskar û fîlosofan de digre.
Ali Harîrî zanyarek pirralî û bibandor bûye. Helbestên wî de demek kurt de di nav civatê de bi gelamperî cîhê xwe girtin e û di civatan de hatine xwendin. Heta roja me ya îro gelek helbestên wî di nav xelkê de tên gotin. Harîrî di helbestên xwe de zimanek sade, xweş, bi aheng bikar aniye. Gava helbestek bi zimanek edebî ya ciwan hatibe nivîsandin, tê gotin: Wekî helbesta Herîrî xweş bû ye.
Bandora helbestvaniya wî li ser gelek helbestvanan hebûye. Yek ji wan Ehmedê Xanî ye. Harîrî di sala 1080an de koça dawî kiriye.
Helbesta Alî Herîrî ya bi nave: Narê Eşqê
NARÊ EŞQÊ
Ger hûn bibînin narê eşq
Tênê li bom zarî diken
Herkes bizanit halê eşq
Bexîlî dijwarî diken
Bexîlê eşq bexîl bibûm
Herdem bi dem zelîl dibûm
Bêrah û bêdelîl dibûm
Her kes bi xemxwarî diken
Hûn bar mekin gel min di zor
Li hesreta werdên di sor
Çavê di reş bisk têne dor
Enya bi nûr tarî diken
Enya bi nûr zulf têne ser
Rengîn dibin şems û qemer
Reşmar ji perd anîne der
Li er´era yarî diken
Xweş ere’ra şemsa di qed
Teşmîn rewa sebr û xîred
Ah û meded, ah û meded
Çeşmên çu gumarî diken
Çavê li rojê bûne kom
Cama meyê anî ji bom
Emro wê kir lazim vexom
Mestî li min carî diken
Mest û şerabê qan divê
Esîr û bendêt vê şevê
Ger wesfêt yarê ez bibêm
Hûn terkî hişyarî diken.
Berhemên Ali Harîrî:
Dîwan
Maqamet
Xebatên li ser Ali Harîrî hatin kirin:
Blau, Joys; Die Wissenschaft von der kurdischen Sprache. In: Kurden Azadi, Freiheit in den Bergen, Schallaburg 1992
Balî, Awe; Antolojiya Helbestvanên Kurd, İstanbul 1992
Kurdo, Qanatê; tarîxa edebyata kurdî I, Stockholm 1983
Kurdo, Qanatê; tarîxa edebyata kurdî II, Stockholm 1985