Îbrahîm Kêvo: Mûzîka Kurdî gelekî ji min ve nêzîk e
K24 – Navenda Nûçeyan
Hunermendê cîhanî Îbrahîm Kêvo yê ji Rojavayê Kurdistanê piştî çend salên dûriyê, serdana Hewlêr û Rojavayê Kurdistanê kir û ji K24ê re behsa serdana û projeyên xwe yên mûzîkê kir.
Hunermendê navdar Îbrahîm Kêvo bi regezê xwe Ermenî ye û ji gundê Dugirê yê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ye, çend sal in mûzîk û stranên Kurdî, Ermenî û bi zimanên din jî dibêje. Îbrahîm Kêvo berî demekê li Emanê beşdarî Mehrîcana
Dibêje: 5 sal in ez ji Rojavayê Kurdistanê dûr ketibûm, bi vê serdanê û bi dîtina xak û miletê xwe, min dilê xwe bi hezkirinê û kezebê xwe bi bayî dagirt.
Li ser karên xwe yên hunerî Îbrahîm Kêvo got: Di serdana min de, bi boneya cejna Çarşema Sor min karekî hunerî li Laleşê kir, piştr ez çûme Emanê paytexta Urdinê û beşdarî Festîvala Jazz Mûzik bûm û çend konsert çê kirin.
Amaje bi wê yekê jî kir, di sala 2013an de wî û hunermendê Kurd ê navdar Xenî Mîrzo festîvalek li Hewlêrê çê kirin û hêvî kir, di salên bê de ev festival bibe festîvaleke salane.
Li ser mûzîk û stranên Kurdî û bandorên hunermendên Kurd li ser wî, hunermendê cîhanî Îbrahîm Kêvo got: Ez bi hemû zimanên herêma Mezopotamya dibêjim, lê mûzîka Kurdî gelekî ji min ve nêzîk e û bandora wê li ser hestên min heye.
Herwiha got, bandora dengbêjên Kurd gelekî li ser min hebû û bi teybat Hemê Îsê. Piştî wê hunermendê Kurd wek Aram Tîkran, Mihemed Şêxo, Seîd Yûsif, Seîd Gebarî û Heznî Bavê Adil.
Hunermend Îbrahîm Kêvo jidayikbûna sala 1965an, sala 1987an ji Peymangeha Mûzîkê ya Helebê derçû û demekê li Hesekê mamosteyê mûzîkê bû û demekê jî li Almanyayê dimîne. Îbrahîm Kêvo beşdarî di mezintirîn mehrîcanên mûzîkê li Ewropa û cîhanê de bûye û gelek xelatên cîhanî wergirtine.
S. B