Li Enqerê festîvala fîlmên zarokan dest pê kir

Li Tirkiyê festîvala fîlmên zarokan a nevnetewî bi mijara "Zarokên Penaber" û bi beşdariya dehan welatên biyanî li Enqereya paytexta Tirkiyê dest pê kir.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Li Tirkiyê festîvala fîlmên zarokan a nevnetewî bi mijara "Zarokên Penaber" û bi beşdariya dehan welatên biyanî li Enqereya paytexta Tirkiyê dest pê kir. Ev festîvala ku bi keda destên 20 zarokan û xwebexşan hatiye amadekirin dê heta 18ê Mijdarê berdewam bike. Kordînator û amadekarên vê festîvalê dibêjin ku armanca wan ya sereke bal kişandina ser rewşa zarokên penaber û ji der anîna dahêneriya zarokan e.

Li Enqereya paytexta Tirkiyeyê 2emîn Festîvala Fîlmên Zarokan ya Navneteweyî bi beşderîya sedan zarokan û bi mijara "Zarokên Penaber" dest pê kir. Ev festîvala ku di 11ê Mijdarê de deriyên xwe ji bo zarok, dê û bavan vekir li Tirkiyê yekem festîvala navneteweyî a zarokan e û di serî de welatên weke Hollanda,Îngilîstan,Fransa û Îtalya ji 16 welatên biyanî jî fîlmên zarokan beşdarî vê festîvalê dibin.

Kordînatora festîvalê Şebnem Aktolga derbarê vê çalakiya nevneteweyî de ragihand ku armanca wan ew e cihêrengiya di mêjiyê zarokan de derxin holê û balê bikşînin ser rewşa zarokên penaber.

Kordînatora Festîvalê Şebnem Aktolga ji K24ê re wiha axivî: “Dema ku me bi zarokan re dema xwe derbas dikir gelek sûdbexş bû pirsên wan dahêneriya wan fikr û ramanên wan hêjayî dîtin û gotinê ye bandoreke mezin li ser me kir. Ev fîlmên ku dê bên temaşekirin hemû ji aliyê zarokan we hatine amadekirin. Bêgûman em bi vê çalakiyê dixwazin jiyana zarokên penaber ku bi çê kêşeyan re rû bi rû dimînin bidin raberkirin.”

Taybetiya vê Festîvala ku dê 60 fîlmên li ser zarokan hatine amadekirin bên pêşandan naverok û bernameya wê bi keda destê 20 zarok û xwebexşan hatiye amadekirin. Zarokên ku bi dans û stranan pêşwaziya vê çalakiyê kirin jî kêfxweş in ku bi destê wan festîvaleke navneteweyî hatiye lidarxistin.

Amadekara Festîvalê Defne Kûkûrt dibêje: “Ji bo vê festîvalê ez gelek kêfxweş im û ez derketim ser dikê min bi kemana xwe kêfxweşiya xwe derkir. Bi rastî ez gelek kelecanî bûm.”

Amadekara Festîvalê Irmak Yildirim: “Ez gelek kêfxwş im ku min di nava çalakiyeke wiha cihêreng de cih girt. Huner îfadekirina hest û ramanan e.”

Ev festîval ne tenê ji bo zarokan di heman demê de ji aliyê dê û bavan jî rastî eleqeyekê mezin tê û ew jî bextewar in ku zarokên xwe li ser dikê dibînin.

Dayîka zaroka amadekara festîvalê Zeynep Araç: “Ez gelek şad û bextewar im ku beşdarî festîvaleke ji bo zarokan hatiye amade kirin bûm. Ez gelek kêfxweş bûm ku min keça xwe li ser dikê dît.”

Bavê zaroka lîstikvan a bernameyê Îsmaîl Çagla: “Ez bi zarokên xwe ser bilindim. Keda dayîkan zêde ye ku her li pişt zarokên xwe disekinîn. Cihê şanaziyê ye ku em zarokên xwe temaşe dikin.”

Di çarçoveya festîvala zarokan de ne tenê fîlm dê li ser rewşa zarokên penaber çend rêzekonferans jî bêne lidarxistin. Herwiha ev festîvala ku dê heta 18ê Mijdarê berdewam bikin hemû fîlm û bername wê ji bo zarokan belaş be.