Li Diyarbekirê hunera destan, dibe deriyê debara ciwanan

Li Diyarbekirê hunera ku li ser avê tê hilberîn, ji aliyê ciwanan ve rastî eleqeyeke germ tê. Ji bilî Hunera Ebrûyê, Hunera Vîtralê jî bi hemû hûrgiliyên xwe tê hînkirin. Li gorî rêveberên vê kursê diyar dikin, piştî sertifîka werin girtin, ji bo ciwan hem dibe pîşeyeke nû, hem deriyên debarê tên vekirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê hunera ku li ser avê tê hilberîn, ji aliyê ciwanan ve rastî eleqeyeke germ tê. Ji bilî Hunera Ebrûyê, Hunera Vîtralê jî bi hemû hûrgiliyên xwe tê hînkirin. Li gorî rêveberên vê kursê diyar dikin, piştî sertifîka werin girtin, ji bo ciwan hem dibe pîşeyeke nû, hem deriyên debarê tên vekirin.

Li Diyarbekirê bi salan e li vê beşê, xebatên hunera destan tên rêvebirin. Di nav van xebatan de xebata ku zêdetir balê dikişine, Hunera Ebrûyê ye. Hunera Ebrûyê, bi avê û boyaxên rengîn tê hilberîn. Ev huner, herî zêde ji aliyê xwendekarên zanîngehê ve rastî eleqeyê tê.

Mamosteya Hunera Ebrûyê, Nûray Hattapoglû ye. Hattapoglû ji Herêma Behra Reş e û 8 sal in ku zanînên xwe bi Diyarbekiriyan re parve dike. Hattapoglû ji K24ê re got: "Em hunera Ebrûyê, hem bi nexweşên sendroma downê, hem bi nexweşên pençeşêrê re xebitîne. Em bi gelek kesên nexweş re li ser ebrûyê xebitîn û me dît ku piraniya wan ber bi başbûnê ve çûn. Em xebatên ebrûyê, di bin banê Zanîngeha Dîcleyê û Mala Perwerdehiya Gel de pêşkêş dikin. Hunera Ebrûyê, dermanê giyanî ye, ez dikarim vê bibêjim."

Ji bo ku nexşên ebrûyê bi dest bikevin, di serî de ava bi kevza behrê tê amadekirin da ku av tîr bibe. Piştî ava bi kevz 2 saetan tê meyandin; bi navbeynkariya firçeyekê, boyaxên reng bi reng li ser vê avê tên niqutandin. Piştre boyaxa li ser avê tê teşedayîn, nexşên derdikevin, derbasî ser kaxezê spî tên kirin.

Yek ji ciwanên ku dest bi Hunera Ebrûyê kiriye, Weysî Tûrhan e. Tûrhan xwendekarê zanîngehê ye û di demên vala de hînî vê hunerê dibe. Tûrhan dibêje: "Armanca mine w e ku di serî de ez hînî vê hunerê bibim. Ez atolyeya xwe vekim û ji bo xwe hunera ebrûyê çêbikim. Ne ji bo firotinê, dixwazim ji bo pêşangehê bixebitim û kesên derdora xwe fêr bikim da ku kesên vê hunerê bizanibin, zêde bibin."

Kursên ku ji bo van ciwanan tên dayîn, bi hevkariya Zanîngeha Dîcleyê ya Diyarbekirê û Mala Perwerdehiya Gel a Bajarê Nû tên amadekirin. Ji bilî ebrûyê, hunera vîtralê jî tê hînkirin. Camên ku li ser sîluyetên navdar tên xêzkirin, bi boyaxên rengîn tên tekûzkirin. Hemû berhemên ku bi keda destan tên amadekirin, piştre bi pêşangehan pêşkêşî gelê Bakur tên kirin. Ji ber ku ev berhem bi keda destan tên hilberîn, buhayên wan heta 10 hezar Lîreyan jî zêde dibe.ç