Adele 5 xelatên mûzîkê wergirtin

Xelatên Grammy yên mûzîkê roja Yekşemê hatin belavkirin, strangêja Brîtanî Adele 5 xelat li ser strana "Hello" û albuma 25 bi dest xist, Beyonce jî karî du xelatan li ser albuma "Lemonade" bistîne.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Xelatên Grammy yên mûzîkê roja Yekşemê hatin belavkirin, strangêja Brîtanî  Adele 5  xelat li ser strana "Hello" û albuma 25  bi dest xist, Beyonce jî karî du xelatan li ser albuma "Lemonade" bistîne.

Xwediya stana Hello, roja Yekşemê du xelat ser wê stranê wergirtin, xelatek jî ji album wê bi navê 25 ku baştirîn album bû, heriwha xelata baştirîn albuma Pop û pêrformansa Pop.

Adele karî bi ser Beyonce bikeve, ku ji bo xelatê berbijêr bû, lê di dawiyê de wê yek ji xelatên xwe parçe kir û da Beyonce.

Beyonce ku ji bo 9 xelatan bûbû berbijêr, tenê du ji wan li ser albuma Lemonade bi dest xistin.

59 rêwresmên xelata Grammy, duh Yekşemê li Los Angeles a Amêrîka birêve çû, zêdetirî 15 nimayiş hatin nîşandan, bi beşdariya hejmarek mezin ji stranbêjên navdar yên cîhanê.