Fîkrî Amedî: Helebce şîna Kurdan a neteweyî ye

Nivîskar û helbestanekî Diyarbekirî yê bi navê Fîkrî Amedî ji bo bibîranîna qurbaniyên kîmyabarana Helebceyê helbesteke bi navê "Ax Helebce" nivîsiye. Amedî amaje dike ku Helebce ji bo Kurdan û mirovahiyê trajediyeke mezin e û şîna Kurdan a neteweyî ye.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Nivîskar û helbestanekî Diyarbekirî yê bi navê Fîkrî Amedî ji bo bibîranîna qurbaniyên kîmyabarana Helebceyê helbesteke bi navê "Ax Helebce" nivîsiye. Amedî  amaje dike ku Helebce ji bo Kurdan û mirovahiyê trajediyeke mezin e û şîna Kurdan a neteweyî ye.

Fîkrî Amedî, nivîskar û helbestvanekî Diyarbekirî ye. Amedî heta niha bi sedan helbest nivîsîne lê  dibêje; helbesta min a herî hestiyar "Ax Helebce" ye. Amedî di vê helbestê de kîmyabaran û trajediya Helebceyê teswîr dike û wiha dibêje: "Pêçek hembêza dê de bê can ketiye erde, kezeb li min peritî ev çi derd e ya Xwedê. Di hembêza bavê de du sê mehî pêçekek di nav milên bavê de can dikişîne sebiyek."

Nivîskarê Helbesta "Ax Helebce" Fîkrî Amedî ji K24ê re wiha axivî: "Helebce ew qedir û qîmeta ku heq dikir nedît. Ew trajediya ku bi serê Kurdan ve hatibû, di rojeva cîhanê de baş cih negirt û cîhan li ser nesekinî. Ji ber ku Kurd bêdewlet bûn, dengê wan nedihat bihîstin."

Li ser trajediya kîmyabarana Helebceyê gelek dokumenter hatin amadekirin û pirtûk hatin nivîsandin. Fîkrî Amedî bi helbestê gazincan ji Misilman, çepgir û rastgiran jî dike wiha dibêje. "Binêr li medeniyetê, tev kor, kerr û lal in, bi Sedamê xwînxwar re destbirak û heval in."

Fîkrî Amedî dibêje: "Ne çepgir, ne Îslamî ne jî mirovên beynelmînel li vê trajediya ku di serê Kurdan re derbas bû, xwedî derneketin. Wan jî li ser berjewendiyên dewletan ser vê bûyerê nixamt."

Fîkrî Amedî amaje dike ku komkûyiya Helebceyê, di dîroka Kurd û Kurdistanê de birîneke kûr vekir lê li gel vê yekê di nav Kurdên çar aliyê welêt de jî hestên niştimanperwer û hevpar peyda kir.  Hêvî û daxwaza Amedî jî wekî ya bi milyonan Kurdan ew e ku hesabê trajediya Helebceyê ji berpirsiyarên wê were pirsîn û Kurd tu caran vê birîna kûr ji bîr nekin.