Ahmed Saygidar: Divê akademiya Melayê Cizîrî were damezirandin

Helbestvan û Zanyarê navdar Melayê Cizîrî, piştî koça xwe ya dawî, bi sedan salan e ku bandore xwe li ser helbesta Kurdi didomîne. Ahmet Muxtar Saygidar ê ku ji Cizîra Botan e û li Dîlokê dijî, bi şêwaza Melayê Cizîrî helbestên xwe dinivîse û amaje dike ku ew tu carî ji çêja helbestên Melayê Cizîrî têr nabe.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Helbestvan û Zanyarê navdar Melayê Cizîrî, piştî koça xwe ya dawî, bi sedan salan e ku bandore xwe li ser helbesta Kurdi didomîne. Ahmet Muxtar Saygidar ê ku ji Cizîra Botan e û li Dîlokê dijî, bi şêwaza Melayê Cizîrî helbestên xwe dinivîse û amaje dike ku ew tu carî ji çêja helbestên Melayê Cizîrî têr nabe.

Cizîra Botan wekî kanzayeke hunera Kurdan e ku remzê herî dewlemend û xurt ê vê kanzayê jî Melayê Cizîrî ye. Melayê Cizîrî, piştî sedan salan hîn jî bandorê li helbestvanan dike ku yek ji van jî Ahmed Muxtar Saygidarê Cizîrî ye ku niha li Dîlokê dijî û bi şêwaza Melayê Cizîrî helbestên xwe dinivîse. Ahmed Muxtar Saygidar amaje dike ku helbestvaniya wî ji hezkirina malbata wî ya ji Melayê Cizîrî tê û dide zanîn ku ew dikare bênavber bi saetan Helbestên Melayê Cizîrî bixwîne û ji çêj û wateya helbestên Melayê Cizîrî têr nabe. Saygidar dibêje; ji biçûkiya xwe ve meyla wî li ser helbest û nivîsîna bi Kurdî hebûye.

Helbestvan Ahmed Muxtar Saygidar ji K24ê re wiha axivî: "Ji zaroktiya xwe ve ez dinivîsim û di wî demî de jî zimanê me qedexe bû. Ji ber vê yeke helbestên ku min dinivîstin, min paşê dişewitandin. Yek, milkê xwe dikare winda bike, yek kurê xwe dikare winda bike; lê hin tişt hene ku dema winda bibin tiştek nikare were cihê wê. Dema ku çand û ziman winda bibe tiştek naye cihê wan."

Ahmed Muxtar Saygidar, di navbera salên 1984 û 1994'an de li Cizîra Botan, Serokatiya Navçeyê ya Partiya Gelperwer a Demokratên Sosyal SHP'ê kiriye û ji fermanbariyê jî teqewît e. Saygidar tîne zimên ku Melayê Cizîrî ji bo wî bûye pir ku ew ji siyasetê derbasî hunerê bibe.

Ahmed Muxtar Saygidar dibêje: "Dema ku em biçukbûn, bavê min an jî melayên mizgeftê behsa Melayê Cizîrî dikirin. Li Cizîrê Dîwana Melayê Cizîrî di hemu malan de hebû. Melayê Cizîrî li gelek helbestvanê ku piştî wî hatine bandor kiri ye. Fûzûlî jî wisa ye lê Melayê Cizîrî ji Fûzûlî jî derbas bû ye."

Helbestvanê ji Cizîra Botan û şopînerê rêbaza Melayê Cizîrî Ahmed Muxtar Saygidar ku derdora 300'î helbestên wî hene û ev helbest qet nehatine çapkirin; dibêje; yek ji xeyalên min ew e ku li Cizîra Botan Akademiyek bi navê Melayê Cizîrî were damezirandin da ku nifşên nû jî girîngiya Melayê Cizîrî fêm bikin.