Birîtanîya evro biryarê didin li ser derçûn yan veman di Yekêtî ya Ewrûpayê de
K24- Hewlêr
Li birîtanîya evro ji sipêdeyê demjimêr heft ê Girînîç, sindûq ên dengdanê hatin vekirin bo dengdan a hevwelatî yên Birîtanî li ser rapirsî veman yan derçûn a Birîtanyayê ji Yekêtî ya Ewrûpayê.
Rifrandom a birîtanîya bo biryardanê ye li ser veman yan derçûn a Birîtanîyayê ji Yekêtî ya Ewrûpayê heya Demjimêr 10 şevê dê berdewam bibe.
Pêşbînî jî dihê kirin 46,499,537 kes pişkdarîyê di rîfrandom a evro de bikin.
Ev rifrandom bi yek ji sê rifrandom ên giştî di dîrok a birîtanîyayê de dihê hijmartin ku bo dem a çar mehane kempîn ên dij bi hev bo evê rifrandomê berdewame.