Dahata navxwe ya Kurdistanê ji sedî 10.5ê dahata giştî ye

Hikûmeta Herêma Kurdistanê mehane tenê 80 milyon dolar ji dahatûya navxweyî heye, ku dike kêmtir ji %10.5 ji dahatûya giştî ya Herêma Kurdistanê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Herêma Kurdistanê mehane tenê 80 milyon dolar ji dahata navxweyî heye, ku dike kêmtir ji %10.5 ji dahata giştî ya Herêma Kurdistanê.

Li gor raporta Wezareta Samanên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê, ku îsal rojane ew wezaret 583 hezar û 421 bermîl petrol bo bazarên cîhanê hinartiye, ev yek jî tê wateya ku bi dirêjahiya sala 2015 Wezareta Samanên Sirşûtî 174 milyon û 113 hezar û 9 bermîlên petrolê hinartiye.

Her li gor wê raportê ku, nirxê wê petrola hatiye hinartin, mehane 682 milyon û 760 hezar dolar bo Herêma Kurdistanê dabîn kiriye, her ji dahatên din jî biqasî 80 milyon dolar tê, bi gelemperî digehe 762 milyon û 760 hezar dolar.

Bi vê yekê, dahata navxweyî ya Herêma Kurdistanê dibe kêmtir ji %10.5 ji dahata giştî ya herêmê, herwiha bi vê yekê jî dahata navxweyî ya Herêma Kurdistanê gelek kêm e û aboriya Herêma Kurdistanê bi rêjeyeke mezin pişta xwe bi dahatên petrolê dibeste.

Tê zanîn ku, Herêma Kurdistanê tenê bo dayîna mûçeyên karmendan pêwîstiya wê bi 860 milyar dînar heye.