Genel Energy: Şandina peytrola Kurdistanê destpê dike

Berî niha Wezareta Samanên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê ragehandibû ku, bi sedema êrîşekî li ser boriyê petrola Herêma Kurdistanê şandina petrolê bo Tirkiyê hatiye rawestandin

K24-Hewlêr

Kompaniya Genel Energy çaverê dike ku, di hundirê du rojên bê de, şandina petrol Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê destpê dike.

Derbarê vê mijarê de Mûrad Ozgul Serokê Cîbecîkar yê Kompaniya Genel Energy ku li kêlgeha petrol Teq Teq kar dike ragehand, çaverêne di hundirê du rojên bê de, şandina petrolê di navbera Bekurê Iraq û tirkiyê de destpê bike.

Wî berpirsê kompaniyê da zanîn ku, Tirkiyê bi armanca parastina boriyên şandina petrolê tedabîrên mezin kirine. Ji 17ê meha borî de û bi sedema teqîna boriyê şandina petrola Kurdistanê bo Tirkiyê li bajarê Şirnex yê Bakurê Kurdistanê hatibû rawestandin.

Kompaniya Genel Energy yek ji du kompaniyê serke yên kerta petrolê li Herêma Kurdistanê kar dike. Berî niha Wezareta Samanên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê ragehandibû ku, bi sedema êrîşekî li ser boriyê petrola Herêma Kurdistanê şandina petrolê bo Tirkiyê hatiye rawestandin.