Bilindbûna nirxê Dolar bazara Qamişlo sar kiriye

Piştî ku buhaya Lîreya Sûrî bi awayekî balkêş kêm bûye, nirxê hemû keresteyan zêde bûye.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî ku buhaya Lîreya Sûrî bi awayekî balkêş kêm bûye, nirxê hemû keresteyan zêde bûye û bi taybet cilûbergan û tevgera kirîn û firotanê lawaz bûye. Hin bazirganên Qamişlo dibêjin, nirxê Lîreya Sûrî beramberî Dolar bandoreke rastersat li ser tevgera bazarê dike, ji ber vê yekê kirîn û firotin kêm bûye.

Piştî sala 2011an nirxê Lîreya Sûrî kêm bû, lê di cend mehên dawiyê de gihiste asta herî kêm ku yek Dolarê Amerîkî bi 930 Lîre dike û pê re nirxê pêdiviyên jiyanê zêde bûn û bû barekî giran li ser welatiyan û bi taybet fermanberan. Tevî ku hikûmeta Sûriyê mûçeyên fermanberên xwe 20 hezar zêde kir, lê hin aborînas dibêjin eger rewşa abûrî wisa bimîne, kirîzek di navbera welatî û hikûmetê de dê çê bibe.