Wezîrekî Kurd gefan li Bexdayê dixwe

Wezîrekî Kurd gef li Bexdayê xwarin û got: "Eger Bexda berdewam be li ser rêgirtina çûna berhemên mirîşk û peleweran bo Bexdayê, wê demê Herêma Kurdistanê jî dê ava ku diçe aliyê Iraqê kêm bike."

K24 – Hewlêr

Wezîrê Kiştûkalî û Jêderên Avê yê Herêma Kurdistanê Ebdulstar Mecîd, gef li Bexdayê xwarin û got: "Eger Bexda berdewam be li ser rêgirtina çûna berhemên mirîşk û peleweran bo Bexdayê, wê demê Herêma Kurdistanê jî dê ava ku diçe aliyê Iraqê kêm bike."

Wezîrê Kiştûkalî û Jêderên Avê yê Herêma Kurdistanê Ebdulstar Mecîd, li ser rûpela xwe ya taybet a Facebookê derbarê mijarê de wiha nivîsiye: "Bexda bi biryareke siyasî rê li çûna mirîşk û berhemên pelewerî yên Herêma Kurdistanê digire bo navçeyên jêr desthilata xwe."

Ebdulstar Mecîd wiha dibêje: "Hinceta Bexdayê ew bû ku di çend mehên borî de du rewşên nexweşiya baskdaran li Herêma Kurdistanê hebûne, lê her yekser em pê hesiyan û me kontrol kir û Wezareta Kiştûkalî ya Bexdayê jî lijneyek şand, lê heta niha jî nahêlin ku mirîşk û berhemên pelewerî biçin navçeyên naverast û başûrê Iraqê."

Mecîd behsa civîneke ligel Civata Wezîrên Kurdistanê jî kir û got: "Di civîna Civata Wezîrên Kurdistanê de min qala wê yekê kir ku eger Bexda li ser wê biryara siyasî berdewam be û dijayetiya Herêma Kurdistanê bike, em jî nahêlin hîç berhemekî din ê Herêma Kurdistanê û yên bi transit ji Îran û Tirkiyê tên biçin navçeyên naverast û başûrê Iraqê."

Ebdulstar Mecîd axaftina xwe wiha diqedîne: "Çar caran wezîrê kiştûkalî yê Bexdayê hat ba me û daxwaz kir kir ku em çend metrekup ava zêdetir ji wan re berdin, loma eger li ser biryarên siyasî yên dijî Kurdistanê berdewam bin wê demê em ê jî ava Dukan ku heqê wan di saniyeyekê de 80 metrekup e û em 120 metrekup avê ji wan re berdidin, kêm bikin bo 50 metrekup."