Li bajarê Qamişloyê karê çandinî rawestiya ye

Rewşa aborî ya xirab, nebûna kelûpelên yedek ên çêkirina motorên avê, wiha kiriye ku gelek cotyarên li gundên Qamişloyê avdana zeviyên xwe rawestînin.
kurdistan24.net

K24 - Qamişlo

Rewşa aborî ya xirab, nebûna kelûpelên yedek ên çêkirina motorên avê, wiha kiriye ku gelek cotyarên li gundên derdora Qamişloya Rojavayê Kurdistanê avdana zeviyên xwe rawestînin û koçber bibin, herwiha  dest ji zeviyên xwe yên çandiniyê jî berdin.

Derbarê vê mijarê de cotiyarê bi navê Ismail Elî ji K24ê re got:  "Berî niha me gelek sûd ji çandinyê û zeviyên avî didît, hemû kelûpel erzan bûn weke tovê çandiniyê û motorên avdaniyê lê piştî kirîza Sûriyê hemû pêdivî giran bûn, berî niha bihayê motorên avdanê bi 25 hezar lîreyan bû, niha çêkirin tenê bi 50 hezar lire ye."

Li gor cotkaran, nebûna alavên pîşesaziyê û kêmbûna karkeran bûye pisrgirêka serekî ya cotkaran, herwiha ji sedî 50 bîrên devera Qamişloyê yên avdanê  hatine rawestandin.

Cotkarekî din bi navê Masûm Şakir jî bo K24ê wiha axifî: "Kolandina bîran gelekî buha ye, sûda çandiniyê ji ber wê yekê nemaye, piraniya bîrên avadana zeviyan hatine rawestandin."

Rawestandina rêjeyeke mezin a bîrên avdanê û kêmbûna baranê di van salên dawiyê de, bajarê Qamişlo û gundên wê ji aliyê peydakirina şînkatiyê û pêdiviyên sereke wek genim , ceh, nîsk û keleûpelên xwarinê zehmet bûye. Pisporên çandiniyê jî dibêjin ku eger ev pirsgirêk çareser nebin dê rewşa welatiyan aloztir bibe.