Qamişlo.. Buhakirina nirxê Mazotê nerazîbûn li pişt xwe aniye

Zêdekirina nirxê Mazotê, nerazîbûnekê li cem xelkên bajarê Qamişlo çêkiriye.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Zêdekirina nirxê Mazotê, nerazîbûnekê li cem xelkên bajarê Qamişlo çêkiriye. Welatî dibêjin, buhakirina nirxê Mazotê nirxê hemû keresteyan bi xwe re zêde dike û hêvî dikin ku kesên berpirs rewşa fermanberan berçav bibin.

Mazot di çend rojên dawiyê de bûye mijara herî sereke li Rojavayê Kurdistanê û welatiyên deverê gazinan ji buhaya wê dikin, piştî ku Rêveberiya Xweser nirxê Mazotê bi rêjeya 50% zêde kiriye.

Welatiyên bajarê Qamişlo dibêjin, roj bi roj nirxê hemû alav û keresteyên pêwîst li deverê buha dibin û pê re berdewamiya jiyanê li ser xaka welat zehmetir dibe, nemaze ku bi buhabûna nirxê Mazotê re nirxê hemû keresteyan buha dibe.

Danûstandin li ser biryara buhaya Mazotê ta roja îro berdewam in, loma aliyên berpirs ti daxuyaniyan derbarê vê mijarê nadin. Hin berpirsên gazxaneyan dibêjin tevî buhabûna nirxê Mazotê ku gihiştiye 75 Lîreyên Sûrî, lê nirxê wê li Rojava ji hemû deverên din yên Sûriyê erzantir e. Herwiha diyar dikin buhabûna nirxê Mazotê girêdayî bi buhaya nirxê Lîreya Sûrî ye.

Di çend mehên dawiyê de nirxê Dolar û Euro li beramberî Lîreya Sûrî bi awayekî berçav zêdeb ûye û pê re nirxê hemû keresteyan buha bûne, wê jî bandoreke neyinî li ser jiyana welatiyan kiriye û bi taybetî kesên fermanber ku mûçeyên wan nagihêje 100 Dolarî.

Piştî buhabûna nirxê Mazotê, Şaredariya Bajarê Qamişlo hişyarî da hemû aliyên têkildar ku nabe nirxê nan û keresteyên rojane buha bikin, ta biryareke fermî ji alî aliyên berpirs ve were standin.