Rêveberiya Xweser buhayên genim û ceh diyar kirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê buhayên ceh û genim ên werzê îsal diyar kirin.
Hevserok û nûnerên Meclisa Rêveber, Desteya Aborî û Çandiniyê, Desteya Darayî û Yekitiya Cotkaran li bajarokê Eyn Îsayê civînek lidar xist û tê de buhaya kîloya genim bi 150 Lîre Sûrî û buhaya kîloya ceh bi 100 Lîre Sûrî diyar kirin û başbûna cûreya genim û ceh jî ji aliyê komîteyên pispor ên navendên wergirtinê tê nirxandin.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rohilatê Sûriyê ragihandibû ku amadehiya xwe ya pêşwazîkirina tevahî berhema genim û ceh ji cotkaran werbigire, kiriye. Di vê derbarê de jî 200 milyon Dolar tenê ji bo kirîna berhema genim hatiye terxankirin.
Desteya Aborî û Çandiniyê pêşbînî dike ku îsal dê berhema genim bigihe milyonek û 100 hezar tonî û yê ceh jî bigihe milyonek û 500 hezar ton. Ew jî li gorî ku komîteyên çandiniyê yên 7 rêveberiyan diyar kirine.
Bi nêzîkbûna destpêkirina paleyiya ceh û genim li Cizîra Rojavayê Kurdistanê, hin ji rûberên zeviyên cotkaran nexweşiya Zingarê li wan xistiye û eger e bandorê li berhemê wan cotkaran bike.
Li gorî amarên fermî, rêjeya zeviyên ku nexweşiya Zingarê li wan daye digihe 20 hezar hêktaran.
S. B