Cotkarên Rihayê ji Wezareta Çandiniyê bêzar in

Wezareta Çandinî û Ajelvaniyê ya Tirkiyê bi sedema ku rûdanên terorî de tê bikaranîn zibilên (peyîn) ku tê de amonyom nîtrat henefirotin û ragihandina wanberî bi çend mehan qedexe kiribû. Cotkarên Rihayê ji ber vê kiryarê bêzarin û ew li benda çareseriyê ne.
kurdistan24.net

 

K24 – Riha

Wezareta Çandinî û Ajelvaniyê ya Tirkiyê bi sedema ku rûdanên terorî de tê bikaranîn zibilên (peyîn) ku tê de amonyom nîtrat henefirotin û ragihandina wanberî bi çend mehan qedexe kiribû. Cotkarên Rihayê ji ber vê kiryarê bêzarin û ew li benda çareseriyê ne.

Li Tirkiyê salê 5 mîlyon û 500 hezar ton zibil tê bikaranîn û ji wê 2 mîlyon ton ji zibilê amonyom nîtrat û kalsiyum amonyom nîtratê pêk tê. Di nava zibilê ku gelwê wek zibilê 33 bi nav dike de jî rêjeya nîtratê ji sedî 33 ye û ew di çandiniyê de bi armanca hilberîneke zêde û baştirkirina tuxm tê bikaranîn. Lê ev zibil piştî hin teqînan û êrîşan hate qedexekirin û li şûna wê jî zibilekî din hat pêşniyazkirin. Bi vê kiryarê li deverên Kurdan bi taybetî jî li devera Rihayê bandoreke neyînî li ser cotkaran pêk hat. Cotkarên Sêweregê dibêjin vê yekê bi xwe re gelek kêşe anîne û ew zibilê ku niha tê reşandin berhemdariya çandiniyê her ku diçe kêmtir dike.

Cotkar Mahmut Çîftel dibêje: "Me îsal ceh, genim û pembû çand. Ji ber ku zibilabi navê33 ji aliyê dewletê ve hatiye qedexekirin me zibilê bi navê 'Ure' bikar anî. Lê ev ji ber ku baran nîn e zû derbasî axê nabe, hin sal jî qet baran nayê û ji ber vê yekê jî ev gubre bi kêr nehatiye. Daxwaza me gubreyeke alternatîf e."

Axa Sêweregê zêdetirîn ya bi herî ye û ji ber vê yekê jî hemû celebên zibilan bi kêr nayên. Li bajêr 2 mîlyon û 400 hezar metreçargoşe zeviyên çandiniyê hene. Ji van 800 hezar metreçargoşe wek qadên çêrê tên bikaranîn, 600 hezar metreçargoşe ji bo çandiniya avdanî û 1 mîlyon metreçargoşe jî bo çandiniya ziwa tên hildan û rakirin. Li ser van zeviyan genim,ceh, nîsk, pembû, birinc û nok tên çandin lê niha ji ber gubreyê xetereyekê rû daye. Herwiha endazyarên kiştûkalê jî piştrast dikin ku gubreyên nû ji bo axa herêmê ne guncav in.

Pispor û Analîstê Axê Mahmut Çalman ji K24ê re wiha axivî: "Axa me bi piranî ya bi herî ye. Ji ber ku baran ger hindik û ger zahf dibare berhemdarî jî nabe. Hewayaherêmê ziwa ye bi vê sedemê zibilê amonyom nîtratî çêtir e û ew ji bo axa herêmê pêdivîyek e."

Li gorî ragihandinan ji bo çareserkirina vê kêşeyê hin hewldan hene lê ji ber ku hêj dewletê destûr nedayeew alternatîf hê pêk nehatine. Li gorî pisporan rewş bi vî awayî here dê li Tirkyeyê zirarereke bi mîlyon dolaran pêk were.