Dil dixwaze ku, hêz, rêxistin û alîyê Kurd û Kurdewar li ser bernameyek neteweyî li hev werin

Latif Epozdemir - Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR)

Tirkiye diçe hilbijartinek pêşwext a hestiyar. Hilbijartinên Tirkiye bi awayek yekrast bandora xwe li rastiya bakurê Kurdistanê dikin. Ji aliyê xwe ve, hest û helwêsta dengdêrên Kurd bandorek berfereh li hilbijartinên Tirkiye dike, ligor gelek zanyar û pîsporan reng dide encamên hilbijartinên Tirkiye.

Di vê çarçoveyê de Kurdistan24 dosyeyek – helwêsta Partiyên Kurdistanî  - di hilbijartinê Tirkiyê de û Bandora Kurd di hilbijartinan de amade kir.

Hevpeyvîna bi CîgirêSerokêGiştîyê PartiyaMaf û Azadiyan (HAK-PAR) Latif Epozdemir re:

Hilbijartinên pêşwextênTirkiye, dikarin bandorek erênî li gengeşekirina rastiya Kurd li Tirkiye û bakurê Kurdistanê bikin?

Helbet dema qonaxên hilbijartinan destpêdike, bivê-nevê, gelek pirs û pirsgirekên navwelatî jî têne bîr û hilbijêner dema ku bi girseyan re rûbiru dibe raya xwe derheqê pirsgirekên van de tîne der. Eger rast û eger çep. Lewraye ku hilbijartin di halek de bibîranîna kêşeyên welat e, hilbijêr di vî qonaxî de pirsên serekeyên welat tîne ziman. Lê ev yek nayê wê maneyê ku ew rê û şêwazên rastên çarelêkirina pirs û kêşeyan tîne zimên yan, ji bo çareserîyê xwedî bernameyek rasteqîn û bawerpêkirîye. Ez ne bawerim ku ev hilbijartinên “pêşwext” bandoreke  mayînde û misbet li Turkîyê û bakurê Kurdistanê bike. Bere û hevgirtinên hilbijartinan wê her wekî berê bi gef û guran dakevin qada hilbijartinan û wê disan bi derew û dek û fenan gel bixapînin. Helbet ev hilbijartin di gel xwe rêya pergala nu a rêvebirin û îdarekirina Turkîyê ji xwe re kirîye mebest û armanc, lê mixabin ev pergala nû, ne hazire ku siyasetek nu, ferasetek nu û nujen nafermê. Sazumanek demokratîk û piralî ji xwe re nekirîye helwest. Bi raya min wê hilbijêr wekî her gav li derdora pirsgirekên sereke herin û werin lê wê tu çare û dermanek pêşnîyar nekin.

DengênKurdan – di hilbijartinan de xwedî rolek çawa ye?

Kurd xwedî 12 milyon deng in. Eger vê hêza xwe di rê û bereyek netewî de bikarbînin bê guman dikarin bi şêwazek demokratîk pergala Turkîyê biqulibînin. Lê mixabin ku hilbijenerên Kurd yekgirtî nî in û  di siyaseteke netewî de bi bernameyek netewî rêxistî nîn in. Mixabin ku HDP Kurda kirîye barkêş û xizmetkarêçep-Kemalistên Turk û her wiha Kurdên ku bi  HDP’yê bawerin, ne ji bo  maf û berjewendîyên  xwe, lê mecburin ku  ji bo desthiladdarîya Kemalistan dengê xwe bikar bînin. Dema eger Kurd hêza xwe ji bo mafên xwe û dehatuya xwe bikarin bikar bînin wê gelek tişt werin guhertin.

Tevgera Kurd rola dengê Kurd di hilbijartinên pêşwext çawa dikare bîne rojevê û derfetê jê bidest bixe?

Tevgera Kurd bi rê û şêwazek milli û demokratîk dikare pergala kevin û a nû ya Turkîyê pûç derîn e. Lazime Kurd di hilbijartina Serokkomarîyê de nebin teref. Lewra Turkiye welatek demokrat û federal nîn e ku Kurd ji bo serokê welat bibin teraf û layan. Tirkiye dewleteke ku li ser tekehîya Turkan hatiye ava kirin û her wiha pergala nû jî her berdewamîya siyaseta dijî kurd e. Kurd dikarin di vê pêvajoyê de dengê xwe nedin tu hilbijêreke Serokomarîyê, lê hemuyan protesto bikin, dengê xwe bênirx û puç bikin. Yanî herin ser sandoqan, deng bidin lê hemu hilbijêran niqaş bikin, ango dengê xwe bêkêr bihêlin. Eger rayadarên Kurd şareza bin, eger sîyaseta Kurd siyasetek hevgirti û milli be, gelek tişt tên kirin. Lê mixabin ku rewş û dimenek wiha îro xuya nake. Tenya îro HAKPAR bi rêya namzet û berbijêrên serbixa di qada demokratîk û netewî de xebatê dike, li pênc bajarên dirokî û giring ê bakurê Kurdistanê di qada doza Kur û Kurdistanê de, bi qederê hêz û karîna xwe pirs û kêşeyên Kurd tîne zimên û rêya çareserîyê pêşkêş dike.

Li gor baweriya we – aliyê Kurd di van hilbijartinan de, dive xwedî helwêstek çawa (nêzîkahiya blok, hevpeyman, hevkariyan) be?

Dil dixwaze ku hemu hêz û rêxistin û alîyê Kurd û Kurdewar li ser bernameyek netewi li hev werin û bi hevrê vê pêvajoyê encam bidin. Derkevin qada hilbijartinê u bi vê boneyê maf û berjewendîyên xwe binîn ziman. Lê heyf û mixabin ku li bakur Kurd hevgirti nin in u xwedîyê biryarek hevbeş û bernameyek hevpeyman nîn in. Berî heyveki li derveyê HDP -ku ew bi xwe dibêje ez ne partîyek Kurdewar im- helwesta blokek Kurdî  di navbera rêxistin û partîyên Kurd de birê ketibu. HAKPAR jî, heta dawîyê beşdarê vê xebatê bu. Lê blok ber bi çewtîyan ve berjêr bu, wê demê HAKPAR xwe da paş. Lewra HAKPAR di serîde pêşnîyar kir ku madem partîyên Kurd nekarîn bin av û remz û sembolên xwe di hilbijartinan de cîh bigrin wisane lazim e ku bi namzet û berbijerên serbixwe derkevin pêşberê milletê Kurd. Lê mixabin bloka ku ji wan re “5 qolî” tê gotin berê xwe dane der û derîzana HDP û xwestin ku bi HDPÊ re lihev werin. HAKPAR vê rêveçunê xelet dît lewra bi wan re nemeşîya û veqetîya. Li dawîyê rayedarên PKK dane xuya ku “HDP ne partîyeke Kurdewar e, lewra wê bi hîç şêweyek di hevgirtinek Kurdewar de cih negre ”Piştre rê li partîyên “5 qolî” hate girtin. Xwezî di serî da jî ewana berê xwe nedabuna rêyek wiha nexweş. Lê di siyasetê de mixabin ku tiştên wiha dibin, herçend sîyaset sin’et û pîşeyek encam wergirtinê jî be, lê, car dibe mirov destvala jî dimîne. Hêvîdarim ku siyaseta Kurd a bakurê Kurdistanê xwe ji nu ve raçev bike û ji şaşî û çewtîyên rabirdu xwe dur bigre.

Damezrandina blokaKurdistanî ,dikare rolek bandorî di hilbijartinan de hebe?

Belê dikaribu lê blok serketî ne bu. HAKPAR terefdarê namzetên serbixwe bu.  Bloka “Pênc qolî” berê xwe da HDP’ê. Blok piştî ku HDP, wan li devre hişt, careke din li HAKPAR’ê jî  nêzikayî nekir. HAKPAR her niha jî bang li wan hevalan dike ku werin bihevre bixebitin.  Lê banga HAKPARÊ hê jî nehatîye bersivdan.

Desthilat û Opozisyona Tirkiye di zanyariya giringiya dengê Kurd de ne?

Bê guman pergala hakîmîyeta Turkperest  giringîya dengên  girseya Kurd baş dizan e. Lewra  bi gef û derewan dixwazin bîr û raya Kurd rakişînin. Gelek Kurdên nezan jî, bi çend boneyên şexsî di nav partîyên Turk de cih girtin e. Beşeke giring ji, sedem ku hê jî HDP’ê wek partîyek “Kurdewar” dizanin, di nav HDP’ê de bicî bûn e. Ya rast her hêzek di ferq û fikara Kurdan de ye, bes Kurd hê ne hazir in ji bo xwe tişteke bikin, li dor bernameyek netewî  hemhal bibin û hêza xwe bikar bînin.