Li Rihayê Mewlana Celaledîn Rûmî bibîr hat

Zanyarê rêya tesewûfê û damezrênerê terîqeta Mewlewiyê Mewlana Celaledînê Rûmî di salvegera mirina wî ya 743an de li Rihayê bi bernameyeke hate bibîranîn.
kurdistan24.net

 

K24 – Riha

Zanyarê rêya tesewûfê û damezrênerê terîqeta Mewlewiyê Mewlana Celaledînê Rûmî di salvegera mirina wî ya 743an de li Rihayê bi bernameyeke hate bibîranîn.

Mewlana Celaledînê Rûmî sala 1207an li herêma Belxê ser bi Xorasana Efxanîstanê ye ji dayîk bûye. Di sala 1232an de hatiye bajarê Konyayê û 9 salan li cem Seyîd Burhanetîn maye û jê fêr û hevotina tesewûfê wergirtiye.

Mewlana Celaleddînê Rûmî di sala 1273an de li bajarê Konyayê çûye ser dilovaniya xwe. Gora Mewlana Celaledînê Rûmî li Konyayê ye û ew bajar weke navenda terîqeta Mewlewîbûnê tê nîşandayîn.

Koma Şebî-Arûz ku navdare ji bo salvegera mirina Mewlana Celaleddînê Rûmî ya 743an li Rihayê bernameyeke bibîranînê li dar xist. Di bernameya bîranînê de Semageran sema gerandin û paşê jî ji aliyê koroya Mûsîqiya Tesewûfê çend berhemên olî hatin dengdayîn.

Midûrê Mûsîkiya Tesewûfê Fahrî Ozçakalli ji K24ê re axivî û got: "Boçûna Hezretî Mewlana gihîştina Xweda ye. Her tim xwestiye ku nêzî Xwedê bibe û bi kesan re ev yek her tim parve kiriye. Me li Konyayê bernameyên Şebî-Arûz pêşkêş dikir. Niha jî em ji bo welatiyên Rihayê bernameya xwe pêşkêş dikin.

Nîşana terîqeta Mewlewiyê semager in. Ew kumên ku semager didin serê xwe li gorî baweriya Mewlewîbûnê nîşaneya kêla gorê ne. Kincê spî ku semager li xwe dikin jî nîşaneya kefenê miriyan e. Wekî din ahenga bilûrê jî di terîqeta Mewlewiyê de nîşaneyekê giring e. Felsefeya terîqeta Mewlewiyê jî xweşbînî û rêberiya rêya heq e.

Welatiyê bi navê Yusuf Kaya jî dibêje: "Hezretî Mewlana damezrênerê terîqeta Mewlewîbûnê ye. Di serdema Osmaniyan de li gelek deveran dergahên Mewlewîbûnê ava kiriye. Her tim bi çavê xweşbîniyê li mirovan nihêriye û rêya baş û heq nîşanî kesan daye."

Mewlana bi temamî pênc berhem nivîsandine. Ji wan berheman ya herî giring ku tê nasîn û navdar Mesnewî ye. Mesnewî bi zimanê Farsî hatiye nivîsandin û ji 6 kitêban pêk tê. Mewlana di wê berhemê de bi şêwaza nazimî qala tesewûfê dike û vê yekê bi çîrokan dinivîsine. Wekî din Dîwana Kebîr, Fîhî Ma Fîh, Mecalîsî Sebaa û Mektûbat jî berhemên din yên ku Mewlana nivîsandine.