Xwaringehên Kurdan li Parisê
K24- Parîs
Parîs bajarekî geştiyarî mezine û Salane bi milyonan xelik ji tevaya Cîhanê serdanê wî dikin .kurdên li Parîs dijîn gelek ji wan mijûlî karê Xwaringeha ne û jibo wan jêdereke baş ya jiyanê ye .alî ev dora 20 salan e vî karî di ke .
Xwarinên kurdî û dîkorên floklorî yên nava vê xwaringehê her weha mûzîka kurdî ,bala kurdan bi xwe di kişîne û li dora hev kom dibin .
Xelkên geştiyar û fransî jî , ji tama xwarinên Kurdî razîne .
Tiştê xweş di vê xwaringehê de ewe, her tişt li ber çavên mirov têne çê kirin ,ev nîşana paqijî yê ye .piştre dîkorê wê balkêş û ciwane.ev restoranta kurdî hestêkî xweş di de mirovan wek ku em diçin mala xwe .bi rastî jibo malbatan jî gelek gunja ye .
Li Parîs û derdora wê nêzî 1500 xwaringehên piçûk û mezin yên Kurdan hene ,ew hejmar di 20 heta 30 salên derbasbûyî de bilind bû ,piştî biryara serokê berê Fransua Metîran ku mafê penaberiyê zû di da Kurdan