Qamişlo.. Rêjeya nexweşiya penceşêra zarokan gihiştiye asteke metirsîdar

Pizîşkên pispor dibêjin sedemên sereke yaw ê nexweşiyê, nepaqijiya jîngehê ye.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Li gorî hin amarên fermî ji hin nexwşxaneyên taybet li Şama paytext, ji 30 ta 35% zarokên ku li wan nexweşxaneyan têne derman kirin, ji devera Cizîra Rojavayê Kurdistanê ne. Pizîşkên pispor dibêjin sedemên sereke ya wê nexweşiyê, nepaqijiya jîngehê ye.

Nayê veşartin ku di kirîza Sûriyê de rêjeya nexweşiya penceşêrê li deverên Cizîra Rojavayê Kurdistanê gihişte asteke bilind, lê bilindbûna rêjeya vê nexweşiyê di nava zarokan de, metirsiyekê çê dike. Li gorî amarên hin nexweşxaneyên taybet bi penceşêrê li Şamê paytexta Sûriyê 30-35 % ji hejmara zarokên nexweş ji herêmên Cizîra Rojavayê Kurdistanê ne. Li gorî pizîşkên pispor jî sedemên sereke yên vê nexweşiyê nepaqijiya jîngehê ye.

Di salên kirîza Sûriyê de, riya di navbera deverên Cizîra Rojavayê Kurdistanê û herdu parzûngehên sereke li Tertûsê û bajarê Himsê hatine girtin û jibo dabîn kirina sotemeniyê ji herêmê re, parzûngehên xwecehî ango heraqe hatine bi karanîn û ev yek sedemeke sereke bû ku bandora xwe li paqijiya jîngehê bike.

Desteya Tenduristiyê ji aliyê xwe ve dibêje, jiber danpêdaneke navdewletî bi Rêveberiya Xweser tune ye, ew nikarin pêdiviyên pêwist ji nexweşan re dabîn bikin.

Navendên taybet bi dermankirina nexweşên penceşêrê li Rojavayê Kurdistanê tune ne û tevlî ku navendeke taybet li bajarê Qamişlo hatiye vekirin, lê ti guhdan pê nehate kirin û ji bilî navê wê pê ve nemaye û niha ji derveyî xizmetê ye. Nexwşên deverê neçar in berê xwe bidine Şamê yan jî derbasî Herêma Kurdistanê bibin û ev yek jî dibe barekî giran li ser milê malbatên wan nexweşan û bandoreke neyênî li derûniya wan dike.