Hunermendekî Kurd hunera xwe di avê de çê dike

Li Stenbolê, hunermendekî Kurd, hunera xwe ya averûyê bi hemû cîhanê daye nasîn. Hunermendê averûyê, wêneyê Van Gogh bi hunera averûyê çêkir û hunera wî li ser înternetê ji aliyê zêdetirî 50 milyon kesî ve hat temaşekirin. Hunermendê averûyê ku li Ewropa û Amerîkayê pêşengehên hunerî vekirine, çîroka serkeftina xwe ji K24're vegot.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/f74597ce-1487-44ea-bd18-208373d360d8/Hunermendek%C3%AE%20Kurd.ism/manifest

K24 – Stanbol

Li Stenbolê, hunermendekî Kurd, hunera xwe ya averûyê bi hemû cîhanê daye nasîn. Hunermendê averûyê, wêneyê Van Gogh bi hunera averûyê çêkir û hunera wî li ser înternetê ji aliyê zêdetirî 50 milyon kesî ve hat temaşekirin. Hunermendê averûyê ku li Ewropa û Amerîkayê pêşengehên hunerî vekirine, çîroka serkeftina xwe ji K24're vegot.

Her tişt bi dilopekê hunerî dest pê kir. Piştre ev hunera nuwaze, bi destê hunermendekî Kurd, li hemû cîhanê belav bû. Garîp Ayê Sêrtî, piştî ku perwerdeya xwe ya hunerî qedand, li Balata Stenbolê, ji xwe re atolyeyekî vekir. Li vê derê dest bi karê hunera averûyê kir.

Garîp Ay derbarê vê henera xwe ji K24ê re axivî û got: “Ev hunera ku ez dikim, li Stenbolê di zanîngehê de fêr bûm. Min li ser wêneyan kar dikir. Paşê, min ev huner dît, min fehm nedikir û min xwast ez li ser vê hunerê xwe pêş bibim. Lê ji zêdeyî vî karî em li ser wêneyêkê, kaxizekê bibînin, dema em bixwe çê dikin hesteke zehf xweş e. Nêvî vîna me li ser karê me ye, nêvî vîna me di destê me de ye. Hunera ez çê dikim xwebixwe çê dibe, li ser avê dirêj dibe, kurt dibe, rengê xwe dibîne. Kêfa min zehf ji vî karî re re hat. 

Ay, beriya xêzkirina wêneyan, li ser masê boyaxên rengîn, firçeyên ji hev cuda û leganeke biçûk ku av lê dirêjîne amade dike. Piştî vê, bi destê xwe yê hunerî dest bi xêzkirina sûretan dike.

Hunermendê Kurd, ji Selahattîn Eyyubî bigirin, heta Farabî wêneyên gelek kesên navdar bi averûyê çê kiriye, piştî sûreta nîgarkêşê navdar ê Hollanadyî Van Gogh xêz kir, li ser înternetê ji aliyê zêdeyî 50 milyonan kesî ve hat temaşekirin.

Ay got dibêje: “Ez bawer dikim, em ji bo dinyayê, rengekî nû ne, em rengekî nû tînin ser dînyayê. Xelk dipirse û dibêje: Me çawa ev tiştî nedîtiye? Me çawa dengê vê hunera dîrokî nebihîstiye?”

Ji zêdeyî 30 welatan gelek kes û sazî ji bo vexwendinê li Garîp Ay digerin. Ay, li Amerîka, Rûsya û li welatên Ewropayê, Rojhilata Navîn pêşengeh vekirine û hunera xwe ya averûyê bi cîhanê daye nasîn.