Li Îdirê tirpankêşî bi dengbêjiyê tê xemilandin

Li Îdira Bakurê Kurdistanê di bin pileya 45 ya germahiyê de cotkar ji bo amadekariyên zivistanê tirpankêşiyê dikin û vê kevneşopiya qedîm jî bi dengbêjiyê dixemilînin da ku ev kare giran hinekî ji bo wan rengîn bibe.
kurdistan24.net

 

K24 – Îdir

Li  Îdira Bakurê Kurdistanê di bin pileya 45 ya germahiyê de cotkar ji bo amadekariyên zivistanê tirpankêşiyê dikin û vê kevneşopiya qedîm jî bi dengbêjiyê dixemilînin da ku ev kare giran hinekî ji bo wan rengîn bibe.

Li Bakurê Kurdistanê di warê corkariyê de kevneşopiya qedîm tirpankêşî li Îdirê zindîbûna xwe diparêze. Kedkarên ku tirpankêşiyê dikin sere sibê demjimêr 05.00'ê dest bi kar dikin û 12 demjimêran vî karî dikin. Tirpankêş bi teybetî diçin deverên çiyayî ku maşîne nikarin bikevinê û geya kom dikin û kare xwe bi çanda dîrokî dengbêjiyê dixemilînin. Yek ji cotkaran Hamît Demîrel dibêje ji ber ku dewlet xwedî li wan dernakeve ew jî vî karê giran dikin.

Cotkar Hamît Demîrel li ser karê xwe ji K24ê re got: "Hewa gelek germ e. Rêyên me xirap in. Ava me nayê. Dewlet qet xizmetê bo me nayne. Welatê me xweş e  lê derfet liv ê dere nîne.Eger pêdiviyên me werin dabînkirin, em ê liv ir bi aramî bijîn."

Cotkarên ku di bin tava dijwar de tirpankêşiyê dikin ne tenê ji Îdirê ne her wiha ji gelek bajarên Herêma Serhedê ji bo tirpankêşiyê gund bi gund digerin. Cotkarê b navê Mahmût Baydar dibêje ew ji bo debara zarokên xwe gund bi gund digere.

Cotkar Mahmût Baydar jî dibêje: "Bi rojane em 100 lîre distînin. Ez ji Bazîdê hatime vir. 13 zarokên min hene. Divê ez wan xwedî bikim. Lê dahata ji virt ê têra me nake."

Cotkarên ku di Herêma Serhedê de digerin bi rojane 100 lîreyê tirkî distînin û ji bo ajalên xwe di zivistanê de xwedî bikin jî geya kom dikin, ji berk u di zivistanê de Herêma Serhedê ji ji keş û hewayeke gelek giran derbas dibe.