Nexweş heye derman heye lê ziman nîn e

Kurdên bi Tirkî nizanin, daxwaz dikin ku bi zimanê wan a zikmakî xizmeta tenduristiyê were dayîn.
kurdistan24.net

K24 – Stenbol

Li Tirkiyê, ji ber ku xizmeta tenduristiyê bi zimanê Tirkî tê dayîn, bi milyonan Kurdên ku Tirkî nizanin yan jî hindik dizanin, ji bo dermankirina nexweşiyên xwe dikevin tengasiyê. Li gor xebateke akademîk a ji hêla bijîşkek ve di kongreyek navdewletî de hat pêşkêşkirin, ji ber nebûna xizmeta tenduristiyê ya bi Kurdî, Kurd kêmtir û derengtir xwe digihînin xizmetên tenduristiyê û ev jî dibe sedema zêdebûna gelek nexweşiyan. Xelkê Kurd bi taybetî jî kesên pîr û kal ku Tirkî nizanin daxwaz dikin ku bi zimanê wan a zikmakî xizmeta tenduristiyê were dayîn.

Ibrahîm Yîgîtê 65 salî ku ji Kerborana Mêrdînê ye û ev demeke li Stenbolê dijî gelek caran ji bo dermankirina hin nexweşiyên xwe diçe nexweşxaneyê lê belê xizmeta tenduristiyê bi zimanê Tirkî tê dayîn, ew jî Tirkî baş nizane û derdê xwe baştir nikare bibêje.

Kalemêrê Kurd dibêje, eger xizmeta tenduristiyê bi zimanê wî yê zikmakî were dayîn, mutercîmek li nexweşxaneyan were erkdarkirin, diyaloga wî li gel diktor wê baştir be nexweşiya wî jî di wextê xwe de dê bê dermankirin.

Îbrahîm Yîgît ji K24ê re got: Mirovek ku bi zimanê dizane dikare hemû êşên xwe bi dilrehetî bêje lê bi zimanê biyanî ez dikim nakim ne navê nexweşiya xwe ne jî navê dermana xwe nizanim. Ji bo dermankirina nexweşiya xwe ez diçim cem diktor lê ji ber zimanê hev em fêhm nakim em dikevin tengasiyê. Dem abi zimanê Kurdî xizmet bihata dayîn min ê hemû nexweşiya xwe bi awayeke berfireh ji diktor re bigota û ev ji bo me her du aliyan dê baştir diba.

Wek vî kalemêrî Mêrdînî bi milyonan Kurd hene ku heman zehmetiyê dikêşînin.

Diktor Tevfîk Bayram li ser vê mijarê li Şirnaxê lêkolînek kir û di kongreya navdewletî ya Tenduristiya Civakî de ku li Antalyayê bi rê ve çû xebata xwe ya akademîk pêşkêş kir. Bayram dibêje ji ber nebûna xizmeta bi zimanê Kurdî, Kurd kêmtir û derengtir diçin nexweşxane û ev jî dibe sedema gelek nexweşiyên mezin.

Pisporê Tenduristiya Civakî Dr. Tevfîk Bayram dibêje: “Di encama lêkolînê de diyar bû ku ew mirovên ku zimanê dayika wan ne Tirkî li gor ên din kêmtir xwe digihînin xizmetên tenduristiyê yên li Tirkiyê. Zarokên xwe kêmtir derzî dikin, jinên ducanî bo kontrol û tedaviyê kêmtir diçin nexweşxaneyê. Ji ber vê zarok, jin ku zimanê dayika wan ne Tirkî, ji xizmetan bêpar dimînin û rêjaya mirina wan jî zêdetir e. Min xwest di vê lêkolîna xwe de vê pirsê nîşan bidim: Mirovek Kurd ku Tirkî nizane dema li mala xwe nexweş bikeve heta digihîje nexweşxaneyê û piştî vedigere mala xwe çi zehmetî dikêşîne.”

Li gor lêkolînê kêşeya ziman bandoreke xerab li ser tenduristiya mirovan dike.

Dr. Tevfîk Bayram diyar dike: “Me dît ku ew kesên Tirkî nizanin yan jî hindik dizanin bi hêsanî nikarin xwe bigihînin diktoran, nikarin li ambûlansê bigerin, nikarin randevûyekê bixwazin. Ji bo vê tim ji mirovên xwe alîkariyê dixwazin û dema ew li gel xizmên xwe diçin cem diktorek, gotûbêjek sêalî çêdibe û gelek zanyarî yekser nayên veguhestin. Yên nexweş carna yekser pirsan nikare bike çimkî carna şerm dike hin tiştan vedişêre.”

Li cîhê ku diktorên Kurd tunebin divê mutercîmên ku Kurdî dizanin werin şixulandin û materyalên der barê xizmeta tenduristiyê de ku Tirkî hatine hazirkirin bi Kurdî jî werin amadekirin da ku ev kêşe were safîkirin. Bi taybetî jî pîr û kalên Kurd ji bo xizmetên tenduristiyê ku pêdiviya wan bi wergêran hene daxwaz dikin ku hikûmeta Tirkiyê çareyek bo vê kêşeyê peyde bike.

Latîf Yilmaz: Gava xizmeta tê dayîn bi zimanê ez pê diaxivim û fehm dikim bûya çêtir e. Ez bi keça xwe yan bi kurê xwe re diçim nexweşxaneyê da ku ew ji min re bibin alîkar lê carna ev misaîd nebin ez bi tena serê xwe diçim wê deme jî piçek zehmetî bi Tirkî diaxivim. Lê eger li nexweşxaneyan kesên Kurdî dizanin hebûya baştir dibe bo me hemûyan.

Di sala 2013an de Mehmet Muezinoglu yê Wezîrê Tenduristî yê Tirkiye yê wê çaxê gotibû ew ê ji bo nexweşên Tirkî nizanin mutercîm dê wezîfedar bikin lê belê di pratîkê de li ser vê xebatekî heta niha nehat kirin.