Xelata Sêva Zêrîn radestî Diyarbekirê hat kirin

Xelata Sêva Zêrîn a Federasyona Nivîskar û Rojnamevanên Geştiyariyê ya Cîhanî; FÎJET'ê, radestî rayedarên Diyarbekirê hat kirin. Sêva Zêrîn, bi merasîmeke fermî, ji aliyê Serokê FÎJET'ê ve radestî Parêzgerê Diyarbekirê hat kirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Xelata Sêva Zêrîn a Federasyona Nivîskar û Rojnamevanên Geştiyariyê ya Cîhanî; FÎJET'ê, radestî rayedarên Diyarbekirê hat kirin. Sêva Zêrîn, bi merasîmeke fermî, ji aliyê Serokê FÎJET'ê ve radestî Parêzgerê Diyarbekirê hat kirin. Di merasîma radestkirina xelatê de gelek nûnerên qada pîşesazî û geştiyariyê yên bajêr cihê xwe girt. Rayedarên qada geştiyariya Diyarbekirê da zanîn ku bi vê xelatê pêşdarazên li ser herêmê hatin şikestin û ji niha û pê ve divê polîtîkayên pêşvebirinê werin zêdekirin.

Diyarbekira ku bi bermayî û nirxên xwe yên dîrokî navdar e, bi oskara geştiyariyê hat tescîlkirin û bi radestkirina Xelata Sêva Zêrîn, Diyarbekir di cîhanê de bû bajarê 68'emîn ê xwedî oskara geştiyariyê. Sêva Zêrîn bi merasîmeke fermî, ji aliyê Serokê Federasyona Nivîskar û Rojnamevanên Geştiyariyê ya Cîhanî ve radestî Parêzgerê Diyarbekirê hat kirin. Parêzgerê Diyarbekirê Hasan Basrî Guzeloglû jî spasiya Rêveberên FÎJET'ê kir û da zanîn ku ev xelat ji bo destpêkeke nû, gaveke girîng e.

Parêzgerê Diyarbekirê Basrî Guzeloglû ji K24ê re wiha axivî: "Em vê xelatê ji bo destpêkeke nû, gavekî girîng dibînin. Em spasiyên xwe ji bo Rêveberiya FÎJET'ê û hemû hevkar û hevparên qada geştiyariyê pêşkêş dikin. "

Endamê FÎJET'ê Delal Tahsîn Atamdede ku di heman demê de Serokê Komeleya Nivîskar û Rojnamevanên Geştiyariyê yê Tirkiyeyê ye; dibêje ku ev xelat ji bo pêşveçûna bajêr gelek girîng e.

Delal Tahsîn Atamdede got: "Me sêva 68'emîn da Diyarbekirê. Di girtina vê biryarê de helbet yekgirtin gelek girîng e. Hemû endamên ku cara yekemîn berê xwe da Diyarbekirê, gelek kêfxweş bûn û di encama vê kêfxweşiyê de li ser tiştên ku dîtin û bûn şahed;  Sêva Zêrîn layîqê Diyarbekirê dîtin. Ez jî wekî Diyarbekiriyekî, gelek bextewar bûm."

Ji bo beşdariya merasîmê, gelek nûnerên qada siyasî, civakî û pîşesaziyê  jî amade bûn. Endamê Meclisa Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Diyarbekirê Husnu Pervane jî rola xelata geştê û bandorên wê erênî dibîne û dibêje ku ev xelat ji bo şikandina pêşdarazan, derfeteke baş e.

Endamê DTSO'yê Husnu Pervane jî wiha anî ziman: "Ji bo herêmê, tiştên xirabiyê, tiştên li ser nehatina mirovan; ji bo rakirina vê dîtbariyê, bi vê xelatê dergehek vebûye. Ji ber vê yekê, ev gaveke girîng e. Lewra vê xelatê didin ku derê, mirov mereq dikin û dibêjin ka li wê derê çi heye, çi tuneye. Îro dema em dibêjin hedefa me milyonek geştiyar in, piştî vê xelatê hedefa me mezintir dibe.”

Li Tirkiye û Bakur heta niha 3 xelatên Sêva Zêrîn hatibûn dayîn û bi Diyarbekirê re xelata 4'emîn jî hat radestkirin. Ev xelat di sala 1984'an de ji bo Antalya, di sala 2012'yan de ji bo Hamamonuya Enqereyê, di sala 2017'an de jî ji bo Konyayê hatibû dayîn. Diyarbekir jî di 28'ê Îlona 2018'an de bû xwedî Xelata Sêva Zêrîn. Hemû beşdaran girtina xelatê bi awayekî erênî pêşwazî kir û beşdaran da zanîn ku piştî vê gava erênî, ji bo pêşveçûna danasîna bajêr, pêdivî hem bi polîtîkayeke baş; hem bi xebatên hevpar heye da ku xelat wateya xwe bide der û cihê xwe bigire.