Zêdebûna dermanên kîmyewî bandoreke neyînî li hiberînê dike

Avhewaya herêmê guheriye û divê bernameyeke nû ya demasala çandiniyê were amadekirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê de bi pêşkêşiya endezyarên çandiniyê û herêmparêzan, sempozyûma çandiniyê hat lidarxistin. Di pêşkêşiya sempozyûmê de hat ragihandin ku avhewaya herêmê guheriye û divê bernameyeke nû ya demasala çandiniyê were amadekirin. Her wiha hat ragihandin ku giyanewerên bin axê û nav avê yên ku hêmana bingehîn a hilberînê ne; 450 milyon sal jiyane lê di sedsala dawîn de cureyên wan ji % 50 ji nav çûne û ger pêşî lê neyê girtin dê wendahiya hilberînan li cîhanê bikeve bin xetereyê.

Li Diyarbekirê di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê de bi serenavê Qeyrana Avhewayê û Serweriya Xurekan" sempozyûmek hat dayîn. Axaftina vekirinê, ji aliyê Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Adnan Selçûk Mizrakli ve hat kirin. Mizrakli di axaftina xwe ya li ser çandiniyê de bal kişand ser şewatên dexil û danên li rojava û Kurdistanê û kesên agir berî nav zeviyan dane bi tundî şermezar kir. Di sempozyûmê de li ser du xalên bingehîn hat rawestandin. Yek jê kurm û kêzikên bin axê û yek jî ajalên nav avê bûn ku ji ber bandora dermanên kîmyewî tên jinavbirin. Endezyarê Xurekan Bulent Şik dibêje; armanca vê sempozyûmê hişyarkirina sazî û dezgehên pêwîst e ku qada  berpirsiyariyên xwe dorfireh bikin.

Endezyarê Xurekan Bulent Şik ji K24ê re got: "Dema em di nav çarçoveyeke gelemperî de binirxînin, a rast em a niha di nav qeyraneke avhewayê de ne. Ango dê Tirkiye van pirsgirêkan di deh salên pêşiya me de hîn girantir û hîn kûrtir bijî. Ev pirsgirêk dê çi bin? Bi taybetî di pîvana hilberîna xurekan de ji ber pirsgirêkên avê dê pirsgirêkên mezin werin jiyandin. Rewşa barînê dê biguhere, ango dê li hin herêman ne li gorî belavbûna demê, dê barîna di carekê de zêde bibe û ev yek jî dê bibe sedema zerarên li giyanewerên nav avê û gemarbûna avê."

Di sempozyûmê de bi taybetî li ser bandora dermanên kîmyewî yên ku di qada cotkariyê de tên bikaranîn hat rawestandin û hat ragihandin her sal ji % 2 yê kurm û kêzikên bin erdê bi van dermanan ji nav tên birin. Lewra li gorî pisporên qada çandiniyê ku beşdarî kiribûn dibêjin; hêmana bingehîn a daneyên baş kurm û kêzik in ji ber vê jî jinavbirina wan li seranserê cîhanê bandorên neyînî nîşan didin. Hevserokê Jûra Endezyarên Çandiniyê ya Şaxa Diyarbekirê Samet Ûcaman jî got; ji bilî bandorên gelemperî ku hilberînê dikin bin xetereyê, li hêrêmê hewcedarî heye ku li gorî guherîna avhewayê bernameyeke nû were çêkirin û ew ê jî hewila çêkirina vê bernameyê bidin.

Samet Ûcaman dibêje: "Zagonên ku a niha hatine diyarkirin, xetereyên wan çi ne û divê çawa werin sererastkirin, li ser van tiştan, li ser guhertina demsalî dê bingehek were diyarkirin. Ji bo pêşerojê em ê bernameyeke wisa bidin pêşiya xwe ku em ê hem wekî rênçber, hem wekî endezyar hem wekî gel em ê bi vî awayî bi hev re bimeşin."

Bernameya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, Komeleya Herêmparêziyê, Jûra Endezyarên Çandiniyê ya Şaxa Diyarbekirê û Kooperatîfa Lêkolîn û Pêşvebirina Xweza, Ked û Jinê ve hat amadekirin, dê 2 rojan bidome û di roja duyemîn de jî li ser Bexçeyên Hewselê, Tesîsên Dazelandina Avê û tov û xurekan bidome. Armanca pisporên qada çandiniyê bi vê sempozyûmê ew e ku bernameyên bi vî rengî li herêmê zûdetir li dar bixin û pêşî li xetereyên li ser hilberînê bikin.