Li Diyarbekirê firotina penêr ji sedê % 80 kêm bûye

Li Diyarbekirê dema hilanîna penêrê zivistanê dest pê kir.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê dema hilanîna penêrê zivistanê dest pê kir, lê li bazarên penêr ên Diyarbekirê; kirîn û hilanîna penêr ji % 80 kêm bûye. Berpirsên bazarê dibêjin; buhayê penêrî li gorî xwarinên din zêde nebûye, lê ji ber ku bêkarî zêde bûye, êdî xelk nikare wekî berê bi kupan penêr dagire. Firoşkar jî dibêjin; li gorî çend salên borî, liv û tevgera bazara wan daketiye asta herî jêr.

Meha Gulanê, li hemû deverên ku ajaladarî lê tê kirin; meha penêrê biharê ye û ji ber ku di vê mehê de penêr zêde ye; ji bo zivistanê meha herî guncav a hilanîna penêr e. Ji herêma Serhedê  heta Herêma Diyarbekirê;  gelek cure penêr li vê bazarê cih digirin lê belê êdî wekî salên borî liv û tevger nemaye. Berpirsê Bazara Penêr a navçeya Rezan Vedat Çelîk dibêje; li gorî xwarinnên din penêr zêde buha nebûye lê hêza kirîna xelkê daketiye û werzê hilanîna penêrî gelek qels bûye.

Berpirsê Bazara Penêr Wedat  Çelîk ji K24ê re got: "Buhayê penêrî wekî xwe ye, 4 sal in zêde nebûye. Ango li gorî salên berê karê me nabe. Karê me gelek ketiye. Êdî xelk wekî berê penêr hilnayne. Berê zêde dihat hilanîn û niha em îdare dikin, rewşa dikandaran ne baş e."

Penêrê ku ji bo hilanînê tê tercîhkirin, bi piranî penêrê pez e. Kî bixwaze ji bo qûtê zivistanê penêr hilîne, li gorî daxwaza xwe yan penêrê helandî yan jî yê nehelandî di kupan de dide dagirtin û heta zivistanê di sarincên vê bazarê de tên parastin. Firoşkar Bahrî Kûrt jî dibêje; liv û tevgera berê û şênbûna welatiyan êdî li vê bazarê nemaye û kesên ku salên berê bi kupan penêr dadigirtin, niha herî zêde 10 kîloyan dikirin û di sarincên xwe de diparêzin.

Firoşkar Bahrî Kûrt dibêje: "Salên berê karê me xweştir dibû, niha her ku diçe, serejêr dibe; lewra derfet tuneye. Welatî tê dipirse, em dibêjin kîlo bi 20 lîreyan e, dibêje; gelek buhaye. Sala  borî kîlo bi 16 lîreyan bû; me bi 15 lîreyan dadigirt û me dihavêt sarincê. Îsal em dibêjin 20 lîre, xelk dibêje em nikarin bikirin. Ji ber vê jî kar tune ye."

Firoşkarên penêr dibêjin; kîloya şîr bi 3 lîreyan e û ji bo bidestxistina kîloyek penêr, 6 kîlo şîr diçe. Dema mirov li hesaban dixe; kîloyek penêr 18 lîre dike lê belê tevî ku kîlo bi 20 lîreyan ango bi kareke kêm tê firotin jî dîsa bazar qels bûye û ev yek jî bi temamî bi bêkarî û hêza kirîna xelkê ve girêdayî tê dîtin.