IHD: Li Bakurê Kurdistanê îsal 112 jin hatine kuştin

Komeleya Mafê Mirovan bi helkefta Roja li Dijî Tundûtîjiya Jinê raporek weşand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Komeleya Mafên Mirovan (IHD) ya Dîyarbekirê rapora xwe ya bajarên Bakurê Kurdistanê ya salane weşand û diyar kir, di nav salekê de bi şêwazên cuda, 112 jin hatine kuştin.

Komeleya Mafê Mirovan bi helkefta Roja li Dijî Tundûtîjiya Jinê raporek weşand û da zanîn, zor û dijwariya li ser jinê zede bûye, îsal 16 jinan xwekuştiye, 54 jin hatine kuştin, 13 jin jî mirî hatine dîtin.

Li gor raportê, îsal bi giştî 112ê jin hatine kuştin, li Dîyarbekirê jî  3 jin ji aliye xizmên wan ve hatine kuştin û 29 jin jî li bajarên din mirî hatine dîtin.

Herwiha amaje bi wê da jî, di nav salekê de 104 jin destdirêjî jî di nav de, rastî helwestên xerap û kiryarên ne mirovane yên polîsên Tirkiyê hatine.