Dêrsimî pêşwaziya Meha Xizirê dikin

Van rojan li gelek deveran Elewî bo Meha Xizirê seredana zîyaretan dikin. Li Dersîma ku gelheya wê zêdetirîn ji Elewiyan pêk tê jî welatiyan bo Meha Xizirê berê xwe dan Ziyareta Gola Çetû û dia kirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Dêrsim

Van rojan li gelek deveran Elewî bo Meha Xizirê seredana zîyaretan dikin. Li Dersîma ku gelheya wê zêdetirîn ji Elewiyan pêk tê jî welatiyan bo Meha Xizirê berê xwe dan Ziyareta Gola Çetû û dia kirin.

Dersimî digel berf û hewaya sar Meha Xizir pêşwazî dikin. Elewî di navbera 13ê Çile û 15ê Sibatê de sê rojan rojî digirin û li gorî baweriya Elewiyan ev dem wek Meha Xizirê tê binavkirin. Di vê mehê de daxwazî tên kirin, loqme tên belavkirin û qurban tên serjêkirin.

Welatiyan jî berê xwe dan Ziyareta Gola Çetû. Ziyaret jî li devera ku çemê Munzur û Pilumurê digihîjê hev dimîne. Welatiyan bi boneya vê mehê mûm pêxistin û dua kirin. Wekî din welatiyan li ziyaretê xwarina taybet ya bi navê Kilora Sîrê jî belavkirin.

Welatiyeke Elewî dibêje: "Meha Xizir meha me ye. Roja pêncşemê xwarina Şîr Zerefet tê çêkirin. Welatî tên Gola Çetû duayan dikin ji bo ku qisûr dûrî me bin. Li vir qurban tê serjêkirin û loqme tên belavkirin."

Li aliyê din kesên nezewicîne jî rojiya avê digirin. Di rojiya avê de kesên azib rojekê av û çayê venaxwûn tenê dikarin dew vexwin û bi giştî, ji bo tî bibin jî xwarinên şor dixwin. Li gorî baweriyê kesê ku rojiya avê girtiye di xewna xwe de kê bibîne ku avê didiyê, dê ew bi wî kesî re bizewice. Wekî din ji bo mirov xewnan bibîne jî divê beriya ku rakeve mûmekê pêxe, nîyeta xwe bîne bê çi daxwaz dike. Piştî ku mirov raket jî mûm heta xilas nebe nayê vemirandin.

Gulîstan Gultekîn jî dibêje: "Bere her gav Meha Xizir bê jiyandin. Xwedê eşê nedê, Xwedê aşitiyê bide. Em dua dikin ku da em dengê xwe bigihînin Xwedê. Her gav Xizir di dilê me de ye. Bere miradê ciwanan bibe, berê Xwedê her wext ya bi xêr bike.”

Welatiyên ku seredana ziyareta Gola Çetû kirin, ji bo aştî û biratiyê jî dia kirin. Herwiha ev meha Xizirê 15 û 16ê Sibatê bi belavkirina loqmeyan jî bi dawî dibe.