7 xuşk û birayên kor dibin daxwaza alîkariyê dikin

Li Diyarbekirê, 7 xuşk û bira ji ber heman nexweşînê kor dibin û daxwaza alîkariyê dikin.
kurdistan24.net

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê, 7 xuşk û bira ji ber heman nexweşînê kor dibin û ji xêrxaz û rayedaran daxwaza piştgiriya ronîkirina çavên xwe dikin. Bijîşk jî radigihînin ku ev nexweşîn, bi awayekî genetîk derbasî nivşên nû dibe û sedemeke serekî jî zewaca xizma ye.

Li vî gundê Şargê ku ser bi Çinar a navçeya Diyarbekirê ve ye, ji 9 xuşk û birayan 7 ji wan; bi heman nexweşînê her ku diçe ronahiya çavê xwe jidest didin. Bi reşbûyîna hewildoriya wan re jî, zêdetir bi malê ve tên girêdan û ji ber bê bizavî nexweşînên nû jî li wan peyda dibin. Malbat daxwaza piştgirî û alîkariyê ji bo çareserî û tedawiya nexweşînê dikin.

Dayîka 9 zarokan Zeynep Sîneklî ku 7 ji wan bi nexweşîna çavan kor dibin, bi salane xizmeta zarokên xwe kiriye, lê ew jî êdî nexweş e û daxwaza piştgiriya tedawiya zarokên xwe dike.

Zeynep Sîneklî ji K24ê got: "Piştî ku dibin 15 salî, di çavên wan de kêmanî destpê dikin. Temenê yê mezin 40 e, yê din 30, yek 28 û ê n li pey. Yê min jî ev 20 sal zêdetir e, ez bi wan re bilî me û êdî nexweşînên min jî giran bûne. Qeyranekî li min peyda buye, hiş emin diçe, bêhna diçike. Tenê daxwaza me, ji bo çavên wan çareseryekî ye."

6 kurên Zeynep'ê jî nikaribûne ji nexweşînê rizgar bibin û ji 3 keçên wê jî yek dîsa bi ber nexweşînê ketiye.

Mihemed Emîn Sîneklî birayê mezin e û êdî bi temamî nebîne, Remezan Sîneklî jî di nav birayan de, yê herî baş dibîne ew e. Herdû bira jî tînin ziman ku ew dixwazin çavên wan ronî bibe û ji vê rewşê rizgar bibin û dixwazin li dûv her hêviyekî tedawiyê biçin.

Mihemed Emîn Sîneklî: "Heta 20 saliya xwe jî min baş didît, piştî 20 salî her ku diçû, kêm dibû û niha 40 salî me êdî nabînim. Ger ku bi destên min negrin, min nebin derve, ez nikarim tu pêwistiyeke xwe bibinim, ne bi şev ne jî bi rojê. Ez dixwazim çavên ronî bibin û ji vê tengasiyê xilas bibim."

Remezan Sîneklî: "2 Meh berê ez bi doktorekî re axifîm, min jê ra nexweşîna me got û pirsa çareseriyê kir. Wî jî got ku hêvî heye, lê divê em biçin û ewil mueyne bike."

Pispora nexweşînên çavan, Op. Dr. Belgîn Ekmekçîler, ragihand ku nexweşîna Retinitis Pigmentosa ku di nav gel de jê re tewegozî tê gotin, nexweşînneke serekî ya çava ye ku wek genetîk derbasî nivşên nû dibe. Belgîn Ekmekçîler, da zanîn ku ji bo tedawî û çareseriya vê nexweşînê lêkolîn tên kirin lê hêj tedawiyeke serewext nehatiye peyda kirin.

Pispora nexweşiyên çavan li nexweşxaneya Mamorialê Op. Dr. Belgîn Ekmekçîler ji K24ê re diyar kir: "Ji bo tedawî û çareseriya nexweşîna retinitis Pigmentosa, zanista tibî xebat û lêkolînên xwe didomîne, di salên dawî de, li ser kok şaneyê û çavên biyonîk xebat tên kirin, lê mixabin encamên kêr hatî hêj jî nehatine bidest xistin. Zewacên ximayetî sedemeke zêdebûna vê nexweşînê ye û divê welatî, her tim lêkolîn û lêpirsîn li ser tenduristiya xwe bikin da ku ji bo tedawiyan dereng nemînin."

Bijîşk û pispor radigihînin ku her çiqas tedawî û çareseriyên piştrast ji bo nexeşînê nebin jî, tedawî û piştgiriyên ku ji bo nexweşan bên kirin dê ji bo beşdariya wan ya jiyanacivakî sûdbexş be.