Ciwaneke Efrînî li Viennayê bi dîzayna xwe pileya yekem werdigire

Ciwaneke Kurd a Efrînî ku koçberî Nemsayê bûye, di warê dîzaynkirina cil û bergan de pileya yekem li ser asta dibistanên Viennayê werdigire.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ciwaneke Kurd a Efrînî ku koçberî Nemsayê bûye, di warê dîzaynkirina cil û bergan de pileya yekem li ser asta dibistanên Viennayê werdigire.

Evîn Ebdilhenan keçeke Efrînî ya 20 salî ye, ji ber rewşa şerê li Sûriyê ligel malbata xwe ji sala 2016an ve li Nemsayê penaber e û li paytexta wî welatî Viennayê dibistana dîzaynkirina cil û bergan dixwîne.

Evîn Ebdilhenan li ser wergirina wê xelatê ji K24ê re ragihand, salane pêşbirkeke dîzaynkirina cil û bergan li ser astê dibistanên Viennayê birêve diçe, wê jî îsal beşdarî di wê pêşbirkê de kir û pileya yekem wergirt û di rêwresmekê de hat xelatkirin.

Evîn dibêje, ew hêvî dike piştî bidawîkirina dibistana xwe defîleyeke cil û bergan li Viennayê veke û hem cil û bergên modern û hem yên Kurdî dîzayn bike.

 

 

S. B