Birîndareke teqîna Hewlêrê çêroka xwe ji K24ê re dibêje

Sala borî di 17'ê Nîsanê de li herêma Ankawayê ya Hewlêrê li nêzikî serkonsolxaneya Amerikayê ji aliyê DAIŞê ve êrîşeke bi bombeyî hat kirin. Di teqînê de Bilind Onen û Sadettin Şan canê xwe ji dest dabûn û 8 kes jî birîndar bûbûn.
kurdistan24.net

K24 – Stanbol

Sala borî di 17'ê Nîsanê de li herêma Ankawayê ya Hewlêrê li nêzikî serkonsolxaneya Amerikayê ji aliyê DAIŞê ve êrîşeke bi bombeyî hat kirin. Di teqînê de Bilind Onen û Sadettin Şan canê xwe ji dest dabûn û 8 kes jî birîndar bûbûn.

Sabriye Alganer Yazici ya ku niha li Stenbolê dijî, yek ji wan birîndaran e, him di hişê wê de him di laşê wê de birînên kûr çê bûye. Hê jî wê demê ji bîr nekiriye. û bi birînên xwe dijî.

Yazici derbarê wê bûyerê de ji K24ê re axivî û got: “Saet nêzîkî 17:40'an de digel hevalan em hatibûn cem hev. Derbarê karekî de em diaxiviyan. Ji nişka ve ez di nav pêtên agirê de mam. Di serî de me tiştekî fehm nekir. Bi rastî min nizanibû ku bombe teqiyabû.”

Herwiha Yazici got jî: “Cil û kincên ku min li xwe kiribû dişewitiyan, porê min şewitî. Min hewl dida ku ez vemirînim. Heta wê demê min li ser laşê xwe bi êşekê nehisiyam. Paşê ji nişka ve canê min êşiya, ling û milên min tev diêşiyan.”

Yazici di nav teşqeleyê de diqîre û hewar dike. Ciheke bi ewle digere piştre dikeve nav xaniyekî.

Yazici berdewam dike: “Min dît ku deriyê malekî vekiriye, min yekser xwe avêt nav malê. Min sarinc vekir û li ava sar geriyam. Piştre min ava sar bi ser xwe de rijand. Milên min reş bûbû di nav xwînê de mabû. Solên min ne li piyên min bûn perçeyên camê li piyên min zeliqiyabûn.

Yazici 6 meh li nexweşxaneyê maye. Niha destê xwe yê çep bi zehmetî bi kar tîne. Dermankirina wê jî hêj berdewam e. Beriya teqînê û piştî teqînê nêrîna wê ya li ser jiyanê jî diguhere.

Yazici dibêje: “Bila mirov qedr û qîmeta jiyana xwe baş bizanin û li gor wê bijîn. Niha jî dibêjim. Vêgavê piştî vê hevpeyvînê em ji hev veqetiyan dûv re çi bê serê me em nizanin?”

Sabriye Yazici di 2010 de çûbû Hewlêrê û 5 salan li wir mabû. Kelûpelên mekanîk difirot. Lê piştî teqînê vegeriyaye Tirkiyê. Niha ji bo wê jiyan ji nû ve dest pê dike.