Li bakurê Kurdistanê rêjeya nexweşiya kevirê gurçik %30 e

Li gorî lêkolînan di cîhanê de rêjeya kesên ku di gurçikên wan de kevir hene %10 e, li Tirkiyeyê ev rêje %15 ye û li Bakurê Kurdistanê jî rêje digihîje %30î. Bijişk amaje dikin ku yek ji sedemên peydabûna kevir genetik e ku pêşî lê nayê girtin lê sedemên din ên wek bikaranîna xwê ya zêde û bikaranîna goştê sor li Bakurê Kurdistanê sedemên sereke ne.

K24- Amed

Li gorî lêkolînan di cîhanê de rêjeya kesên ku di gurçikên wan de kevir hene %10 e, li Tirkiyeyê ev rêje %15 ye û li Bakurê Kurdistanê jî rêje digihîje %30î. Bijişk amaje dikin ku yek ji sedemên peydabûna kevir genetik e ku pêşî lê nayê girtin lê sedemên din ên wek bikaranîna xwê ya zêde û bikaranîna goştê sor li Bakurê Kurdistanê sedemên sereke ne.

 Li gel nexweşînên wek dil û tansiyon yek ji nexweşiyên ku li Bakurê Kurdistanê herî zêde tê dîtin nexweşiya kevirê gurçik e. Rêje ya kesên ku di gurçikên wan de kevir hene li cîhanê %10 e, li Tirkiyeyê rêje %15 e û herî zêde jî bi rêjeya %30î li Bakurê Kurdistanê tê dîtin. Bijişk amaje dikin ku nexweşîya kevirê gurçikan bi rêya genetik di gelek kesan de ji zikmakî ve xwe dide der û bo vê rêyê jî pêşîlêgirtin ne pêkan e; lê sedemên ku bi rêya xurekan keviran di gurçikan de çêdikin çareseriyên xwe hene. Bijişkê Gurçikan Şehmus Ozmen balê dikêşe ku li Bakurê Kurdistanê hay jê nemana xwarin û vexwarinê sedemên girîng in.

Şehmus Ozmen, bijişkê gurçikan, got:"Li herêma sedemên peydabuna keviran di gurçik de ew e ku gelek xwê tê bikaranîn. Tiştên nebatî ku ji geyayan tê kêm tê xwarin. Xelkê me gelek goşt dixwe û kêmxwexwarina avê jî dibe sedem. Sedemên genetik jî hene. Lê ji bo sedemên genetik ne pêkan e ku rê li ber were girtin."

Bijişk didin zanîn ku bo pêşîlêgirtina peydabûna kevir di gurçikan de, rêya herî bibandor vexwarina ava paqij e. Eger kevir mezin be jî wê demê rêbazên cerrahî tên bikaranîn. Pisporê Urolojiyê Bijişk Salîh Alar dibêje bi pêşketina teknolojiye êdî sitandin keviran hêsan e.

Salîh Alar, pisporê Urolojiyê, dibêje:"Li gorî mezinbûna kevir em operasyonên xwe pêk tînin. Kevir 1 cm an jî 1,5 cm be  em bi rêya mesaneye dikevin nava laş û digihîjin gurçik û bi lazere kevirê di nava gurçik de  hur dikin û stentê dixinê. Em ji vê re jî dibêjin retrograt întrarenal cerrahî."

Dema ku kevir di gurçikan de çêdibin ev yek dibe sedema êşeke giran; lê bijişk hişyariyê didin ku carnan jî kevir nabe sedema êşê û nexweş jî pê nahese. Dema wisa be jî kevir rê li ber xebata gurçik digire û gurçik rastî xetereya têkçûnê tê. Ji ber vê yeke jî divê bi awayeke rêk û pêk herkes ji pişkinîna bijişkî derbas bibin.