Ayşa Yaqûb, Ew şêwekar di kavalên xwe de hestên cuda dîyar dike

Keçek bajarokê Girkê Legê yê rojavayê Kurdistanê di warê şêwekariyê de kar dike û taybetmendiya tabloyên wê, hestên cuda diyar dikin.

K24- Girkê Legê- Rojava

Keçek bajarokê Girkê Legê yê rojavayê Kurdistanê di warê şêwekariyê de kar dike û taybetmendiya tabloyên wê, hestên cuda diyar dikin.

Hêviya vê keçê ew e, ku piştevaniya hunera wê bê kirin û bikaribe pêşangehên mezin lidar bixe.

Şêwekarî hestin û ez bi tenê hestên xwe vedoghêyzim tabloyan,bi van gotinan Aîşa ya 17 salî behsa xwe û şêwekariya xwe dike .

Li gundekê "sermsaxa jêrî' ya li bakûrê bajarê Girkêlegê Aîşa Ye3qûb, keça kurd jiyana xwe bi huner û şêwekariyê re derbas dike.

Tevî temenê wê yê biçûk, lê di tevaya tabloyên wê de hestên heskirinê, kêfê û xemgîniyê têne dîtin .

Jiber  durbûna gundê Aîşa ji bajarên mezin mîna Girkêlegê , ew neçare ku behreya xwe di riya entrnêtê re pêşbixe û car caran serdana mamosteyekî dike bo sererastkirina zanyariyên şêwwekariyê.

Jibilî şêwekirina hin tabloyan car caran Aîşa hewldide weneyên hin kesayetan ji malbata xwe nîgar bike .

Di demên valahiyê de piştî danê nîvro, Aîşa dest bi şêwekariyê dike, jiber ku dibîne ew demeke bê denge.

Keça 17 salî dibêje ku tu guhdan bi hunerê û bi taybetî şêwekarî li deverê naye kirin, lê xewna wê ewe ku pêşingeheke taybet bi tabloyên wê were lidarxistin , herwiha bi hêviya ku bibe şêwekarek navdar li ser asta Rojavayê Kurdistanê.