Mûtlû Kaya bi vîneke xurt xwe bi jiyanê ve girê dide

Keça Kurd a navdar Mûtlû Kaya ku di pêşbaziyeke stranbêjiyê de li Tirkiyeyê deng vedabû 3 sal berê rastî êrîşeke çekdarî hatibû û celteyê lê dabû, niha piştî pêvajoyeke giran a dermankirinê mûcîzeyek pêk hatiye û dest bi meşê û axaftinê kiriye.
kurdistan24.net

 

K24 –Diyarbekir

Keça Kurd a navdar Mûtlû Kaya ku di pêşbaziyeke stranbêjiyê de li Tirkiyeyê deng vedabû 3 sal berê rastî êrîşeke çekdarî hatibû û celteyê lê dabû, niha piştî pêvajoyeke giran a dermankirinê mûcîzeyek pêk hatiye û dest bi meşê û axaftinê kiriye.

Mûtlû Kaya 3 sal berê di pêşbaziyeke stranbêjiyê de bi dengê xwe yê xweş li Bakûrê Kurdistanê û li tevahiya Tirkiyeyê deng vedabû. Bi denge xwe yê xweş û bi bedewbûna xwe dida nîşan ku pêşeroja wê geş û pêşiya wê vekirî ye. Lê şevekê dema li Erxeniya Diyarbekirê li mala xwe bû, rastî êrîşeke çekdarî hat ji serê xwe gule xwar. Ji ber birîna xwe ya giran, Mûtlû Kaya êdî nedikarî bimeşe û ne jî dikarî biaxive lê Mûtlû Kaya dibêje; wê qet dest ji tekoşîna xwe bernedaye û bi hemû hêza xwe, xwe bi jiyanê ve girê daye.

Stranbêj Mûtlû Kaya ji K24ê re got: "Dema ku min çavên xwe di beşa dermankirina lezgîn de vekir, min dît ku ez nikarim biaxifim û bimeşim. Gelek zehmet bû ji bom in. Lê ez negiriyam. Min got divê ez dijminên xwe keyfxweş nekim. Ez ji xwe bawer im. Ez ê rojekê dîsa stranan bibêjim, baz bidim."

Mûtlû Kaya niha li Diyarbekirê dest bi pêvajoyeke dermankirinê ya cuda kiriye û bi rêbaza refleksiyolojiyê ew tê dermankirin. Bijişkê Mûtlû Kaya Mehmet Savaş dibêje; dema ku Mûtlû dest bi dermankirinê kir, tenê dikarî ji %15'ê ling, dest û zimanê xwe bi kar bîne û niha ev rêje derketiye heta ji %50'yî û di dawiya dermankirinê de jî dê bibe ji %80.

Pisporê Refleksiyolojiyê Mehmet Savaş li ser rewşa Mûtlû Kaya dibêje: "Mûtlû dema ku hat cem min nedikarî destên xwe veke, nedikarî bimeşe û lingên wê bi erdê ve kaş dibûn. Nedikarî biaxife. Niha axaftina wê baş e. Dikare bi tena sere xwe tiştekî bi destên xwe bigire. Dikare hêdî hêdî bimeşe. Wê rewşa wê baştir jî bibe."

Mûtlû Kaya di 18'ê Gulana 2018'an de li mala xwe rastî êrîşeke çekdarî hatibû û ji ber ku ji serê xwe gule xwaribû, celteyê lê dabû. Bijişkê Mûtlû Kaya dibêje; kêm kes dikarin ji wê rewşa giran derbikevin û Mûtlû Kaya bi vîna xwe ya xurt kariye mucîzeyekê pêk bîne û xwe bi jiyanê ve gire bide.