Rêvebiriya Xweser, gûmanên destê DAIŞ di şewtandina zeviyan de dibîn e

Serokê Desteya Çandinî û Aborî yê Rêvebiriya Xweser Selman Barûdo ji K24 re diyarkir, ku “Destên tarî di şewtandina zeviyên cotyarên rojavayê Kurdistanê de hene...

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Desteya Çandinî û Aborî yê Rêvebiriya Xweser Selman Barûdo ji K24 re diyarkir, ku “Destên tarî di şewtandina zeviyên cotyarên rojavayê Kurdistanê de hene. Nemaze DAIŞ, ku gef xwaribûn dê şil û ziwa li rojavayê Kurdistanê bişewîtine. Ev yek jî wekî tol a têkçûna xwe dibîne. Bi xwe hemû şewtandin ne bi destên wan çêbûye. Egerên din jî, wekî ji elektrikê û rûdanên din çêbûn e. herweha tê arman kirin, ku di navbeyna hevwelatiyan û Rêvebiriya Xweser de aloziyan peyda bikin, ku Rêvebiriya Xweser nikare ewleyî û aramiyê pêkbîn e. Rêvebiriya Xweser ligor derfetên xwe planên rêgiriyê jî hene, ku destên tarî nekaribin şewtandinan pêkbîn in. Daxwaz ji xelkê me jî hatiye kirin, ku bikaribin alîkar bin ji bo parastina zevî û danûdexl”.

Liser daxwaza alîkariyê Barûdo got, ku “Bangewaz a wan hebûye, ku bikaribin destê alîkariyê bigihînin devera rojavayê Kurdistanê. Rejîma Sûriye bi rêya Ajansa xwe diyar kiriye, ku destê HSD di şewtandinê de heye. Nameyên derew belav dike, ku aloziyê di navbeyna gel û Rêvebiriyê de peyda bike. Lê, dê nikaribe di vê siyaseta xwe de serbikeve”.

Selman Barûdo diyarkir, ku 10-12 kes bi gûmanê hatine girtin.

Liser rewşa qerabûkirina hevwelatiyan jî Barûdo got, ku lêkolînek û dîvçûnek dê liser qerabûkirinê hebe.