Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Yekêtîya Ewrûpayê li Îraqê kir

Evro Şembîyê, 17/8/2019, li Selahedîn, serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Ramon Bilîkwa, balyozê Yekêtîya Ewrûpayê li Îraqê kir û tekez li ser bihêzkirina peywendîyên di navbera Hewlêr û Biroksilê de kirin.

K24- Hewlêr

Evro Şembîyê, 17/8/2019, li Selahedîn, serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Ramon Bilîkwa, balyozê Yekêtîya Ewrûpayê li Îraqê kir û tekez li ser bihêzkirina peywendîyên di navbera Hewlêr û Biroksilê de kirin.

Di dîdarê de ,Ramon Bilîkwa, Balyozê Yekêtîya Ewrûpayê li Îraqê, supasîya serok Barzanî kir bo pêşwazîyê armanca serdan wî jî bo ragehandina bidawîhatina erkên wî yên diblomasî bû li Îraqê û stayîşa hevkarî û peywendîyên hikumeta Herêma Kurdistanê û Yekêtîya Ewrûpayê kir û hêvî xwazt ev peywendîyên hanê berdewam bin û tundtir bibin.amaje bi wê yekê jî kir ku ew li her cihekê be bîreweî û dostînîya wî li gel Kurdan ji bîra wî naçe.

Di beranber de, serok Barzanî hêvîya serkvetinê bo Ramon Bilîkwa xwazt di erkê wî nû de û amje bi giringîya peywendîyên di navbera Herêma Kurdistanê û Ewrûpayê da û tekez li ser zêdetirkirina hevahengîya Herêma Kurdistanê li gel Yekêtîya Ewrûpayê kir.

Di pişkeke dî ya dîdarê de, gengeşe hat kirin li ser peywendîyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û hardû alîyan tekez li ser vedîtina çaresîyekê kirn ku bi rêya danûstandin û li hev têgehêjtinê be.

Li ser Herêma Kurdistanê jî, Ramon Bilîkwa aramî û piroseya sîyasîya û pêkanîna hikumeta Herêma Kurdistanê bilind nirxand û pêngaveke erênî bo ayîndeyeke baştir da nasîn.